​​​​​​​Şaredariya Gel a Reqayê salvegera 3’yemîn a vekirinê pîroz kir

Bi beşdariya bi dehan kes û nûnerên saziyên li herêmê Şaredariya Gel  a bajarê Reqayê ya Sûriyê  salvegera 3’yemîn a vekirina şaredariyê pîroz kir.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Reqayê salvegera 3’yemîn a vekirinê pîroz kir
​​​​​​​Şaredariya Gel a Reqayê salvegera 3’yemîn a vekirinê pîroz kir
​​​​​​​Şaredariya Gel a Reqayê salvegera 3’yemîn a vekirinê pîroz kir
​​​​​​​Şaredariya Gel a Reqayê salvegera 3’yemîn a vekirinê pîroz kir
10 adar, 2021   15:01
REQA

Îro Şaredriya Gel a bajarê Reqayê 3 sal li pey xwe hişt, ji ber vê yekê şaredariyê bi beşdariya bi dehan kes û nûnerên saziyên li herêmê kar dikin şahiyek li dar xist. Şaredariya Gel a Reqayê li herêmê roleke girîng lîst û bajar ji tarîtiya dema çeteyên DAIŞ`ê Reqayê dagir kiribûn xelas kir.

Di şahiyê de hevseroka Şaredariya Gel Fehîme El-Casim axivî û salvegera 3`yemîn a vekirina şaredariyê li beşdaran û şêniyên Reqayê pîroz kir û got: "Bi saya şêniyên Reqayê şaredarî hate vekirin."

Fehîma El-Casim wiha domand: "Tevî hemû xizmetên ku şaredariyê pêşkêş dike, lê dîsa jî em bi kêmasiya xwe dizanin û dibêjin ev derfetên heyî ev in. Ji ber şer, nîvê Reqayê hate hilweşandin."

Fehîma El-Casim soz da şêniyên Reqayê ku ew ê di sala pêş de hîn zêdetir xizmetê bikin, da ku Reqayê ava bibe û ji cîhanê re rengê wê yê rast were xuyakirin.

Endama Desteya Rêveber a Herêmê û  Jîngehê Hêvîn Şêxo jî axivî û îşaret bi berdêlên ku QSD`ê ji bo rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ`ê dane kir û got: "Da ku em Reqayê û bajarên din bi keda şêniyên wê ava bikin û jiyaneke azad û demokrat bijîn."

Beşdaran govend gerand û koma folklor a Reqayê jî stran pêşkêş kirin.

Reqayê bi hemû derfetên xwe hewl da ku  rewşa xizmetguzariyê ya Reqayê bi pêş bixe û di sala 4`emîn de jî ew ê hîn zêdetir kar û xebatê bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/R-0izFY42OQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>