QSD: Daxuyanî û bîlançoya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê berdewama şerê taybet û derewek mezin e

QSD`ê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku bîlanço û daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dûrî rastiyê ne û wekî berdewama siyasetên şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker bi nav kir.

QSD: Daxuyanî û bîlançoya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê berdewama şerê taybet û derewek mezin e
10 adar, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk îro têkildarî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniyek da û tekez kir ku daxuyanî û daneyên wan derewek mezin e.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 8`ê Adarê de, Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker der heqê operasyonên xwe yên di 2021`an de daxuyaniyek weşand. Di wê daxuyaniyê de bîlançoyek hat weşandin û hêzên me weke rêxistina terorîst a DAIŞ`ê hatin nîşandan.

Ew çete di encama şerê mezin ya berxwedanê ku hêzên me dane meşandin di aliyê erdnîgarî de hate tunekirin. Daneyên ku di vê bîlançoyê de hatine dayîn ji rastiyê dûr in. Ev daxuyanî û bîlanço berdewama siyasetên şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker in û ji derewek mezin wêdatir tu wateya wan nîn e.”

(cx)

ANHA