Artêşa dagirker şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê hedef girt

Artêşa Tirk a dagirker şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê ku serdana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniya Cat dikir, hedef girt.

Artêşa dagirker şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê hedef girt
10 adar, 2021   10:38
MINBIC

Navenda Raihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji gundê Toxar Sixîr ê bakur rojhilatê bajarê Minbicê şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê di dema ku serdana nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li eniya Cat dikir, bi çekên navîn hedef girt.

Navendê diyar kir ku heta niha agahiyên zêdetir li ser encamên topbaranê nehatine bidestxistin.

(cx)

ANHA