Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Jin ji ber koronayê rastî tundiyê tên

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku li tevahiya cîhanê piraniya jinan rastî tundiya laşî û cinsî tên û tekez kir ku sedemeke zêdebûna vê jî şert û mercên pandemiyê ye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Jin ji ber koronayê rastî tundiyê tên
10 adar, 2021   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di raporeke xwe de ku beriya Roja Jinan a Cîhanê belav kir, nêzî 736 milyon jinên ji 15 saliyê mezintir, rastî tundiyê tên û vê yekê jî bi piranî hevserên wan dikin.

Gerînendeyê giştî yê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku tundiya li dijî jinan nexweşiyeke li hemû welat û çandan e û zirarê digihîne bi milyonan jin û malbatên wan.

Her wiha bijîşka bi navê Claudia Garcia Moreno ku yek ji amadekarên raporê ye, diyar kir ku encamên koronayê ji beriya salekê, hiştiye bi milyonan kes di malên xwe de bimînin û aloziyeke aborî çêkiriye. Her wiha rewşên madî û û pirsgirêkên ji ber pandemiya koronayê bûye sedem ku tundiya li ser jinan zêde bide.

(bx)