Bangên bidawîkirina tecrîdê û azadkirina rêber Ocalan berdewam in

Bijîşk û hiqûqnasên bajarê Kobanê banga eşkerekirina rewşa rêber Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Tecrîd li dijî qanûnên dewleta Tirk û yên navneteweyî ye. Rêber Abdullah Ocalan di bin navê tecrîdê de ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin."

Bangên bidawîkirina tecrîdê û azadkirina rêber Ocalan berdewam in
10 adar, 2021   08:56
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di hewldanekê de ji bo têkbirina vîna gelê Kurd bi rêya ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan, dewleta Tirk tevahiya pîvan û qanûnên navneteweyî bin pê dike û bangên rakirina tecrîdê û eşkerekirina rewşa wî paşguh dike.

Rêber Abdullah Ocalan di 1999`an de bi komployeke navneteweyî hate girtin. Ji 2005'an ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li dijî rêbertî di girîtgeha Îmraliyê de ferz kiriye, ji tevahî mafên wê pê par hiştiye, rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinê pê re bikin, di heman demê de rewşa wî ya tenduristiyê  jî eşkere nake.

Gelê Kurd û dostên wî bi grevên birçîrbûnê di girtîgeh û derve de nerazîbûna xwe ya li hemberî vê tecrîdê rave dikin û bi van çalakiyan, armanc dikin tecrîd bi dawî bibe û ew serbest were berdan.

`TECRÎD LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E`

/ar/uploads/files/2021/03/10/084815_frhad-baqr.webp

Der barê mijarê de parêzer û endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê Ferhad Baqir got: “Tecrîd kirinek siyasî ye ku dewleta Tirk li ser rêbertî ferz dike. Di qanûnên navneteweyî de û qanûnên Tirkiyê de jî tecrîd ne rewa ye.”

Baqir anî ziman ku rêbertî girtiyekî siyasî ye û nabe tecrîd li ser kesayetî siyasî bê ferzkirin. Ji ber ku mafê girtiyê siyasî heye ku peywendiyê bi derve re çêke, rewşa siyasî ya cîhanê nas bike û hevdîtinê bi parêzerên xwe re pêk bîne.

Baqir destnîşan kir ku di bin navê tecrîdê de, rêber Abdullah Ocalan ji mafên xwe bêpar hatiye hiştin. Her wiha îşaretpê kir ku ferzkirina tecrîdê li ser kesayetekî siyasî li dijî mafên mirovan e û got dewleta Tirk tenê ji bo ku destkeftiyên siyasî bi dest bixe, vê yekê dike.

Parêzer Ferhad Baqir wiha gotina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirk rêzê ji qanûnên navneteweyî re û heta ji qanûnên xwe re nagire. Divê rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê û yên navneteweyî fişarê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji binpêkirinên xwe yên li dijî mafên mirovan berde.”

`DIVÊ REWŞA TENDURISTÎ YA RÊBERTÎ WERE EŞKEREKIRIN `

/ar/uploads/files/2021/03/10/084742_aly-ahmd-shahyn-.webp

Ji aliyê xwe ve bijîşk Elî Ehmed Şahîn wiha axivî: “Divê rewşa tenduristî ya rêbertî bê eşkerekirin. Ji ber ku mayîna 22 sal di girtîgeha tekekesî de û dûrî derve ji bo kesekî 71 salî, wî bi nexweşiyên mîna dil, kezeb û gelek nexweşên din re rû bi rû dihêle.”

Şahîn piştrast kir ku divê dewleta Tirk rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan  eşkere bike bê kar baş e yan na û heke nexweş e gelo tê dermankirin lê na? ji ber ku ev mafê her girtiyekî ye.

`FIKIRÊ RÊBERTÎ LI SER PERGALÊN DÎKTATORÎ XETER E`

/ar/uploads/files/2021/03/10/084610_awsman-khlf.webp

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê (TEV-DEM) Osman Xelef jî got: “Ji ber ku fikirê serok kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e, pergalên dîktator û desthilatdar, di sêrî de dewleta Tirk bi rêya tecrîdê zordestiya xwe li ser herêmê ferz dike.”

Xelef destnîşan kir ku pergalên dîktatro fikirê rêber Abdullah Ocalan li ser xwe xeter dibîne.

Her wiha Xelef di nava gotinên xwe de da xuyakirin ku dewleta Tirk bi rêya ferzkirina tecrîdê, dixwaze têkiliyên di navbera rêber Abdullah Ocalan û tevgera rizgariya Kurdistanê de qut bikin da ku nehêlin fikirên wî bigihêjin gelê Kurd.

Xelef di dawiyê de piştrast kir ku dewleta Tirk armanc dike projeya neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê têk bibe û wiha gotinên xwe bi dawî kirin: “Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê gelê Kurd têkoşîna xwe xurtir bikin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3-tFFIqzJww" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>