Rojnameyên erebî: El-Esed xwe ji bo hilbijartinên nû amade dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa amadekariyên Beşar El-Esed ji bo hilbijartinên serokatiyê, hevdîtina Seed El-Herîrî bi Sergey Lavrov re û aloziya aborî li Beyrûtê kirin.

Rojnameyên erebî: El-Esed xwe ji bo hilbijartinên nû amade dike
10 adar, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

TECRÎD LI PÊŞIYA MAYÎNDEBÛNA EL-ESED NEBÛ ASTENG

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê û hilbijartinên serokatiyê wiha nivîsî: “Tevî rûxandin, mirin û koçberiya li welatê wî jî, serokê Sûriyê Beşar El-Esed li hemberî şoreş, tecrîd, şer û hêrsa gel xwe ragirt. Piştî ku 10 sal di ser destpêkirina tevgera gel a li dijî El-Esed re derbas bûn, serokê Sûriyê careke din piştî çend mehan xwe ji bo hilbijartinên serokatiyê amade dike, ku xuya ye dê encam li gorî dilê wî bin.

Di ser şoreşên gel ên li gelek welatên Ereban re 10 sal derbas bûn, ew tevger li dijî desthilatdarî, zordarî û xizantiyê hatin destpêkirin. Tevî ku ew tevger negihêştin azadî û serkeftina ku dihatin xwestin jî, lê hêrsa gel karîbû gelek serok û sîstemên dîktator ên bi dehan salan welatên xwe hikum kirine, hilweşîne.

Lê belê tenê El-Esed ku gelek derdoran digot ji ber zexta gel wê piştî çend hefteyan ji serhildanana di Adara 2011`an de dest pê kiriye ji peywirê bikeve, li ser peywirê ma û dê di hilbjiartinên dema pêş ên li gorî destûra 2012`an de namzetê yekane be.

Pirspor û siyasetmedar dibêjin ku Beşar El-Esed ji hin faktorên hundirîn wekî serweriya wî li ser hêzên ewlekariyê û leşkerî û hin faktorên derve wekî destekdayîna leşkerî ji Îran û Rûsyayê û xweragirtina welatên rojavayî di bikaranîna hêzê li dijî wî de, sûd girt.

Li kêleka wê yekê, malbata El-Esed ku ji salên 1970`î de Sûriyê hikum dike, pir bi sebir bû û dem wekî faktorekî bi kar anî.

Şîrovekarên rewşê dibînin ku Beşar El-Esed ku piştî mirina bavê xwe Hafiz El-Esed sala 2000`î hat ser peywirê, heman taybetiyên sar û kesayeta ne zelal jê girtiye û wekî wî pir bi sebir e.

Siyasetmedarê Lubnanê Kerîm Beqradonî ji medyaya Fransayê re dibêje: “Piştî ku tevahî cîhanê beriya çend salan xwest Beşar El-Esed ji desthilatê biçe û pêşbîn kirin ku dê sîstema wî hilweşe, ew îro dixwaze çareseriyê bi xwe re nû bike. El-Esed zanî çawa demê bi kar bîne.”

Beqradonî ku demeke dirêj di navbera rejîma Sûriyê û aliyên Lubnanê di gelek alozyên li Lubnanê de navbeynkarî kir, tekez dike ku El-Esed tu gav paşde navêtin lê belê bê tu guhertinana çêke girêdayî helwestên xwe ma û karîbû bi hêza leşkerî piraniya herêmên Sûriyê vegerîne.”

TEVGERA XWEPÊŞANDANAN VEKIRÎ YE..BIRYARÊN DESTHILATÊ JÎ BADÎHEWA DIBIN

Rojnameya El-Nehar jî behsa xwepêşandanên li Beyrûtê û hevdîtina Seed El-Herîrî bi Sergey Lavrov re li Ebû Zabî kir û wiha nivîsî: “Tevgera xwepêşandanan a berfireh a nû dikeve roja xwe ya 3`yemîn. Qutkirina rêyên sereke li seranserê herêmên Lubnanê jî dewam dike.

Duh anku roja duyemîn a xwepêşandanan, rê hatin qutkirin û tevgera giştî li seranserê welêt hate rawestandin. EV yek wekî tesbîtkirina rewşa nerazîbûna giştî bû û hate piştrastkirin ku ev xwepêşandan wê ne demkî bin û asta hêrsa ji ber bihabûna nirxan û bilindbûna nirxê dolar li hemberî lîreya Lubnanê derbas kiriye.”

LI LÎBYAYÊ, MÎLÎS LI PÊŞ ÇARESERIYÊ ASTENG IN

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa hebûna çeteyan li Lîbyayê kir û wiha got: “Rayedarên nû yên Lîbyayê ji dema ku di 5`ê Sibata borî de hatine hilbijartin, behsa dosyayên mîlîs û çeteyan nekirin.

Serokê nû yê Meclisa Serokatiyê ku di heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdar e, tekezî bi yekkirina saziya leşkerî kir û ew yek bi serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî û Komîtya Leşkerî ya Hevbeş re û beriya wan jî bi Fermandarê Giştî yê Artêşê Xelîfe Hefter re, nîqaş kiribû.

(cx)