Borrell: Heta ku pêvajoya siyasî dest pê neke, YE cezayên li dijî hikumeta Şamê ranake

Josep Borrell piştrast kir ku Yekitiya Ewropayê heta ku pêvajoya siyasî dest pê neke, dev ji pêkanîna cezayên li dijî hikumeta Şamê bernade.

Borrell: Heta ku pêvajoya siyasî dest pê neke, YE cezayên li dijî hikumeta Şamê ranake
10 adar, 2021   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîserê Karên Derve û Siyasetên Ewlekariyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell di rûniştina giştî ya Parlamentoya Ewropayê de ya têkildarî aloziya leşkerî û siyasî ya li Sûriyê de da zanîn ku Yekitiya Ewropayê beriya destpêkirina pêvajoya siyasî, dev ji pêkanîna cezayên li ser Sûriyê bernade.

Borrell got: "Divê em ji nûnerê navneteweyî Geir Pedersen re piştrast bikin ku em piştgiriya çareseriya siyasî ya bi biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (2254) dikin. Pêvajoya siyasî divê bi biryardayîneke nû û pêkanîna hilbijartinên azad re bidome."

Borrell wiha domand: "Divê zextê bidomînin. Beriya pêkanîna pêvajoya siyasî, normalîzekirina têkiliyan, rakirina cezayan û destekdayîna ji nû ve avakirinê, ne pêkan e."

(dm)