Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku bikaribin bi mûwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serlêdanan serdozgeriyê kirin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
9 adar, 2021   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran daxwaz kir ku heke hevdîtin neyê kirin jî divê miwekîlên wan mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikar bînin.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi behaneya"nexşeya rê" ya ku Ocalan di sala 2009'an de weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, weke behane nîşan dabû û di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.