Îsraîlê gefa derbekirina nuqteyên nukleerî li Îranê xwar

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz gefa derbekirina nuqteyên nukleerî li Îranê xwar û got derbeyên Îsraîlê li dijî komên ser bi Îranê ve li Sûriyê, dewam bikin.

Îsraîlê gefa derbekirina nuqteyên nukleerî li Îranê xwar
5 adar, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Benny Gantz piştrast kir ku artêşa Îsraîlê planên xwe yên derbekirina nuqteyên nukleerî yên Îranê nû dike û amade ye bi awayekî serbixwe kar bike.

Gantz di hevpeyvîneke li gel Fox Newsê de got: "Ger cîhan pêşî li wan bigire beriya ku çekên nukleerî bi dest bixin, wê gaveke baş be. Lê heke pêşiya wan neyê girtin, divê em bi awayekî serbixwe tev bigerin û xwe biparêzin.”

Der barê têkiliyên Îran û dewletên rojavayî de û îhtimala ku Îran hin komên girêdayî xwe li herêmê ji bo hedefgirtina hin berjewendiyên biyanî bi kar bîne, Gantz piştrast kir ku mîlîsên Hizbullaha Lubnanê ku Îran piştgiriya wan dike, bi hezaran moşek li gel wan hene.

Wezîrê Îsraîlê her wiha got dê welatê wî derbekirina armancên Îranê li Sûriyê dewam bike, nexasim ku komên Tehran piştgiriya wan dike û heman komên tên hedefgirtin, veguhastina çekan bo Lubnanê hêsan dikin.

(dx)