​​​​​​​KNK: Têkoşîna jinên Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye cihê hêvî û baweriyê

Komîsyona Jinan a KNK bi boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Asta têkoşîna jinên Kurd hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî her cure êrişan bûye cihê hêvî û baweriyê.”

​​​​​​​KNK: Têkoşîna jinên Kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê bûye cihê hêvî û baweriyê
5 adar, 2021   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîsyona Jinan a KNK'ê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. KNK’ê 8'ê Adarê li dayikên şehîdan, jinên şoreşger û berxwedêr pîroz kir û jinên şehîd bûne, bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di 8'ê Adara 2021'ê de asta têkoşîna jinên Kurd hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî her cure êrişan bûye cihê hêvî û baweriyê.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Weke di dîrokê de îro jî dewletên dagirker hem siyaseta dagirkirin, qirkirin û mêtingeriyê li ser Kurdistanê dimeşînin, hem jî bi rê û rêbazên taybet li dijî jinên Kurd siyasetê dimeşînin.

‘ÊRIŞÊN DAGIRKERAN LI DIJÎ JINÊN KURD PIR ZÊDE BÛNE’

Komîsyonê diyar kir ku bi qasî ku hêza Kurdan bi pêş dikeve, ew qasî jî êriş zêde dibin û wiha dewam kir: "Balkêş e ku êrişên dagirkeran li dijî jinên Kurd di salekê de pir zêde bûne. Jinên Kurd li aliyekî bi siyaseta kuştin, girtin, destdirêjiyê rû bi rû ne, li aliyê din jî êrişên mêrên Kurd li dijî jinan dewam dikin."

Komîsyona Jinan a KNK'ê bal kişande ser krîzên dewleta Tirk û Îranê, diyar kir civak û jinên Kurd her ku diçin li Rojhilata Navîn xurt dibin, dibin hêza avakkirina aştî, demokrasî û pêşketinê, li dijî vê dewletên mêtinger bi tundî diçine ser jinan da ku hebûna xwe bidomînin. Komîsyonê got şerê dewleta Tirk a li dijî jinên Kurd îdeolojîk e, ji ber ku nahêlin rejîma faşîst li xwe zêde bike û hedefa îdeolojiya AKP-MHP'ê ew e ku jinan bike kole.

‘PIŞTÎ KOMKUJIYA PARÎSÊ ÎRO JÎ BI RÊYA HÊZÊN XWE YÊN TAYBET GEFAN LI JINÊN KURD DIXWE’

Komisyona Jinan a KNK'ê bal kişande ser êrişên Tirk ên li ser Rojava, Başûr, êrişên çeteyên Tirk ên li ser Efrînê û got: ''Li Efrînê bi kuştin, windakirin û destdirêjiyê tola xwe ji jinên Kurd hiltîne, ji ber ku DAIŞ têk birine. Bi dronan jinên siyasetmedar ên jin qetil dike. Her wiha bi rêya çeteyan jinên Ereb jî dikujin, yên ku li gel xwîşkên xwe yên Kurd tedikoşin. Piştî komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemazê, îro jî bi rêya hêzên xwe yên taybet gefan li jinên Kurd dixwe, yên ku di siyaseta Ewropayê de çalak in.''

Komîsyona Jinan a KNK'ê têkilî êrişa AKP-MHP'ê ya li ser jinên Kurd û armancên êrişan wiha got: ''Li Bakurê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk stratejiyekê li dijî jinên Kurd pêş dixe. Zîndanîkirina bi hezaren jinên Kurd yên siyasetmedar, dayîken aştiyê û bi geflêxwarina jinên parlamenter û çalakwanan dixwaze jinên Kurd bitirsîne, da ku wan bêdeng bike. Dewleta Tirk ji hêza jinên Kurd ditirse, ji ber ku jinên Kurd wek pêşeng li pêşiya siyaseta qirkirina civaka Kurd radiwestin û her wiha civaka Kurd bi rihê berxwedanê zîndî dihêlin. Rejîma baviksalarî ya AKP-MHPê ya Tirk dixwaze îdeolojiya baviksalariyê li ser hemû civakê ferz bike, da ku civakê teslîm bigre. Mêran dike dijmin û kujêrên jinan. Bi rêya yasa û ragihandinê jî karên kujeriya jinan hêsan dike.''

‘DEWLETA TIRK BI MEDYAYA XWE DIXWAZE PÊŞIYA BERXWEDANA JINÊN KURD BIGIRE’

Di daxuyaniyê de polîtîkayên Tirk ên li ser jinên Başûr jî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: ''Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî jinên Kurd, li Başûrê Kurdistanê jî bi şêwazekî din dike. Bi rêya televîzyon, fîlm, reklam û saziyên bi navê çandî, dixwaze peşiya rihê berxwedana jinên Kurd bigire, yên ku li dijî zalimên wek Seddam tê koşiyane.''

Her wiha êrişên dewleta Tirk ên li ser jinên êzidî jî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: ''Bi peymana navdewletî dixwazin dîsa li ser jiyana êzidiyan, bi taybet jî li ser jinên êzidî dixwazin talûkeyê çêkin.''

Der  heqê êrişên rejîma Îrane jî Komîsyona Jinan a KNK'ê got: ''Armanca rejîma Îranê diyar e, dixwaze bi bêdengkirina jinên Kurd civakê jî bê deng bike. Ji ber we jî berxwedan û zindîbûyîna jinên Kurd misogeriya pêşeroja azad a Rojhilatê Kurdistanê ye. ''