'Kêmbûna ava Firatê bandoreke neynî li çandiniyê dike'

Hevserokê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê Fadil Mustefa got kêmbûna rêjeya ava Firatê dê bi awayekî neynî û mezin bandorê li projeyên çandiniyê yên avdayî (avî) bike û desnîşan kir ku dewleta Tirk dest bi siyaseta birçîkirina herêmê kiriye.

'Kêmbûna ava Firatê bandoreke neynî li çandiniyê dike'
5 adar, 2021   09:41
REQA – EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê weke çekekê li dijî şêniyên Bakur û Rojilatê Sûriyê bikar tîne. Ji ber vê yekê jî karesatên ekolojî çêbûn, bi awayekî giştî warê çandiniyê li hemû herêman dixe xeteriyê. Her wiha bi vê yekê qanûnên navneteweyî û lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de ya sala 1987`an bin pê dike ku divê di her xuleyekê de 500 m3 ji avê bide. Lê niha di her xuleyekê de tenê 200 m3 av tê dayîn.

Rêveberiya giştî ya bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya çend rojan daxuyaniyek dabû û tê de gotibû rêjeya ava bendava Tişrînê ber bi mirinê ve diçe û tekez kir ku bêparhiştina ji avê ya bi zanabûn li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ye, sûceke şere û mafê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku avê bi dest bixin, binpê dike.

Hevserokê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê Fadil Mustefa di vê çarçoveyê de wiha axivî: "Em îro rastî karesateke mirovî bi taybet di rewşa aborî ya heyî de tên ku li ser tevahî gelê Sûriyê, zehmet e."

'MIQDARÊ KU NIHA TÊ DAYÎN TÊRÊ NAKE KU ZEVÎ WERIN AVDAN Û STASYON WERIN VÊXISTIN'

Mustefa tekez kir ku dewleta Tirk bi para Sûriyê ji ava çemê Firatê dilîze û diyar kir ku ji beriya çend salan ve û di heman demê de ji her salê rêjeya ava ku ber bi Sûriyê ve diherike, kêm dike.

Mustefa destnîşan kir ku wan îsal av bi temamî li pişt bendavan sekinandiye, para Sûriyê ji avê bûye kêmtirî 200 m3 û ev yek têrê nake ku zevî werin avdan û stasyonên ku li ser kehrebeyê dixebitin, werin vêxistin.

'DEWLETA TIRK DEST BI SIYASETA BIRÇÎBÛNA HERÊMÊ KIRIYE'

Di vê der barê de Mustefa got dewleta Tirk li dijî gelên herêmên şerekî aborî dimşîne û dest bi siyaseta birçîkirinê kiriye ji ber praniya şêniyan debara xwe bi çandiniyê, xwedîkirina sewalan û masîvaniyê peyda dikin.

Rûbera çandiniyê ya genim li herêma Reqayê ji sedî gihaştiye 80`ê ji plana zeviyên avdayî (avî). Lê kêmbûna avê karesatek mirovî ji cotkaran re çêkir. Di vî warî de Mustefa ev tişt got: "Praniya şêniyan çandinî û sewaldariyê esas digrin."

'BANGÊN JI ŞÊNÎ Û COTKARAN RE'

Fadil Mustefa bang li hemû şêniyên herêmê û cotkaran kir ku destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku depoya avê ya heyî li herêmê biparêzin.

Di dawiyê de Fadil Mustefa bang li rêxistinên navneteweyî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku destwerdanê bikin ji ber heke dewleta Tirk qutkirina avê li ser herêmê bidomîne dê karesat bi ser şêniyên herêmê de were.

(bx)

ANHA