Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin

Li Hesekê, Girkê Legê, Dêrik, Şehba û Şêrawayê bi boneya 8'ê Adarê rêze çalakî hatin lidarxistin

Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin
Çalakiyên bi boneya 8'ê Adarê didomin
4 adar, 2021   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek derverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Bi diruşma "Têkoşîna me misogeirya şoreşa jinê ye", Meclisa Jinan a PYD'ê bi beşdarbûna semînereke ji mêran re li hola Reşo ya bajarê Hesekê organize kir.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê rêveber ê Akademiya Şehîd Rûken a Civaka Sivîl Ezîz Elî axivî û got, mêr bi sîstema desthilatdar bi bandor in, pêwîste ji zihniyeta baviksalarî rizgar bibin.

Di dawiya semînerê de diruşmeyên banga azadiya jinê hatin berzkirin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi armanca guhertina zihniyeta mêr a li hemberî jinan û danasîna rola jin di civakê de, Kongreya Star a navçeya Girkê Legê semînerek ji mêran re organize kir.

Semîner bi beşdarbûna bi dehan mêran li navenda Sendîqeya Kedkaran a bajarokê Rimêlan hate dayîn û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre endama rêveber a Akademiyên Civaka Demokratîk a herêma Dêrikê Şîlan Dêrik axivî û behsa çawaniya guhertina zihniyeta baviksalarî û girîngiya rola jinan di civakê de kir.

Şîlan anî ziman ku jin armanca yekemîn a palanên dijmin in ku bi rêya wê dixwazin azadiya gelan têk bibin û gel di bin paşketinê de bihêle. Şîlan Dêrik got, divê mêr rola jinan di civakê de bişkîne.

Şîlan Dêrik her wiha behsa rola jinên Kurd di pêşengtiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir.

DÊRIK

Li Dêrikê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de, bi beşdarbûna bi dehan jin û mêr semînerek li navenda Çand û Hunerê ya Dicle hate dayîn.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Herêma Dêrikê Zelfa Bidûr semîner da û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di tevahî qadan de siyasî, leşkerî, doplomasî, aborî gihaştine asteke herî bilind ji berpiryariyê" û diyar kir ku jin bingeha sereke ya avakirin û pêşxistina civakê ye."

Zelfa bal kişand ser têkoşîn û berxwedana jinan di şoreşên tevahî dîrokê de û rola wê ya aktîv di civakê de. Her wiha destnîşan kir ku şoreşên ku jinên kedkar li New York li dar xistine bû sembola jina azad û têkoşer.

Semîner bi diruşmeyên silavkirina jinên berxwedêr bi dawî bû.

ŞEHBA

Li navçeya Şêrawa ya Efrînê Yekitiya Jinên Ciwan bi gereke kosegerî 8'ê Adarê pîroz kir.

 Endamên yekitiyê bi cil û bergên xwe yên folklorî û bilindkirina sembolên 8'ê Adarê, alên yekitî û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, pankartên "Serkeftinên jina azad 8'ê Adarê dixemilîne" li pêşiya navenad navçeya dest bi kosegeriyê kirin.

Jinên ciwan bi lêdana dahol û stranên neteweyî di nava kolanên navçeyê geriyan.

Girêdayî heman mijarê, Kongreya Star bi hevkariya Meclisa Kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê, şahiyeke li dar xist.

Di şahiyê de stran hatin gotin û dîlan hatin gerandin.

ANHA