Aldar Xelîl: Projeya neteweya demokratîk, pêkanîna demokrasiyê li tevahî Sûriyê ye

Aldar Xelîl destnîşan kir ku pêwîst e destûra Sûriyê were guhartin, da ku mafên tevahî sûriyan were misogerkirin, her wiha got, projeya neteweya demokratîk ji pêkanîna demokrasiyê li Sûriyê ye.

Aldar Xelîl: Projeya neteweya demokratîk, pêkanîna demokrasiyê li tevahî Sûriyê ye
3 adar, 2021   10:23
HELEB

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo nirxandina geşedanên li qada Sûriyê civînek li dar xist, di civînê de Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

ꞌARMANCA PROJEYA ME MISOGERIYA DEMOKRASIYÊ YEꞌ

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axivî û bal kişand ser destpêka Şoreşa Sûriyê û diyar kir ku gelê Kurd xwe bi rêxistin kir û di Şoreşa Rojava de gelek serkeftin qezenc kirin.

Aldar Xelîl wiha got: "87 dewlet destwerdana krîza Sûriyê dikin û ev dide diyarkirin ku şerê cîhanê yê sêyemîn li ser erda Sûriyê diqewime, ji lew re divê em bi rêya siyasetên xwe ku armanca wê ya yekemîn rizgarkirina herêmên dagirkirî ye xwe di vî şerî de isbat bikin. "

Xelîl diyar kir ku Rêveberiya Xweser di pêvajoya 7 salên derbasbûyî de qet banga parçekirina xaka Sûriyê nekiriye û got:"Projeya me ew e ku li ser erda Sûriyê demokrasî pêk were."

'DIVÊ DESTÛRA SÛRIYÊ WERE GUHARTIN DA KU MAFÊN SÛRIYAN MISOGER BIKE'

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl îşaret bi girîngiya guhartina destûra Sûriyê kir ku mafên Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê misoger bike û wiha domand: "Lê hin dewlet di serî de dewleta Tirk nexwazin di navbera me û hikumeta Sûriyê de diyalog çêbibin, ji ber ku baş dizanin ku em xwediyên dozê ne û projeya me li ser bingeha parastina mafên pêkhateyên Sûriyê hatiye avakirin û dê ji bo planên wan xetere be, ji lew re her tim hewldana qirkirina gelê Kurd dikin."

Xelîl got, pêwîste Kurd beşdarî hevdîtin û hewldanên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziyê û nivîsandina destûra nû ya Sûriyê bibe.

 ‘DESTWERDANA RÛSYA LI SÛRIYÊ’

Xelîl li ser destwerdana Rûsya di kar û barên Sûriyê de wiha got: “Ji destpêka damezirandina Komara Sûryê ve bi serokatiya Hafiz El-Esed, rejîma Sûriyê û hevalbendê wî yê Rûsî ji bo destwerdana Rûsya li Sûriyê li ser hin planan îmze kir. Mînaka herî ber bi çav a wê yekê, nexweşxaneyên Sûriyê, bendava li Sûriyê û çekên dewletê ku li Rûsyayê hatine çêkirin. Ji lew re ji berjewendiyên Rûsyayê ye ku ji Sûriyê dernekeve.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl got Rûsya xwedî berjewendiyeke demdirêj û kevin bi Sûriyê re, ji ber wê yekê ji berjewendiya wê ye ku ji Sûriyê dernekeve û wiha dewam kir: “Em nikarin baweriyê bi Rûsya bînin. Ew di raydeya yekemîn de girîngiyê dide berjewendiyên xwe û şêniyên Efrînê bi tenê hişt.”

Xelîl destnîşan kir ku rejîma cîhanî armanc dike ku aloziya Sûriyê dirêjtir bike û wiha lê zêde kir: “Armanc ji cezayên Qeyser li ser rejîma Sûriyê ne guhertina desthilatê bû, lê belê kûrkirina aloziya Sûriyê û rewakirina mayîna li xaka Sûriyê aramnc dikir.”

ꞌHIN ALÎ YEKITIYA GELÊ KURD ASTENG DIKINꞌ

Aldar Xelîl behsa hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina diyalogên yekitiya kurdî ya di navbera partiyên kurdî de kir û wiha axivî: "Hin alî hene hewl didin diyalogên kurdî têk bibin. Ji ber ku projeya wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin, kesên dixwazin hêzên me ku ji şêniyên herêmê pêk tên bixin lîsteya terorê girêdana xwe ya di navbera zihniyeta xwe û zihniyeta dewleta Tirk de eşkere dikin."

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe bal kişand ser serkeftinên ku hêzên HPG`ê li herêma Garê pêk anîn û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi çekên herî giran êrişî Garê kir û 42 balafirên dewleta Tirk 24 saetan li asîman bûn, ji bilî wê jî hêzên wê yên taybet êrişî komeke biçûk a HPG’ê dikir ku hejmara wê nêzî 14 gerîlayan bû. Lê HPG’ê bi  vîna û tektîkên leşkerî artêşa Tirk têk bir."

(eh)

ANHA