Hûsiyan balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdiyê kir hedef

Koma Ensarullah (Hûsî) îşev ragihand ku wan balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdiyê bi firokeyeke bêpîlot kir armanc.

Hûsiyan balafirgeha Abha ya Erebistana Siûdiyê kir hedef
2 adar, 2021   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên Ensarullah Yehyba Serîi bi twittekê wiha got: "Firokeya bêpîlot cihê balafirên şer ên li balafirgeha Abha ya navneteweyî bi moşeka K2 bombebaran kir."

Yehya Serîi wiha domand: "Ev yek di encama bersivdana li ser gurbûna êrişên hewayî yên koalîsyonê û dorpêça li ser Yemenê de pêk hat."

Di demeke berê de, kanala Erebistana Siûdiyê ya fermî eşkere kiribû ku koalîsyonê bi serkêşiya Siûdiyê firokeyeke bêpîlot a ku hûsiyan ji Yemenê de ber bi başûrê welat ve berdaye, rûxand.