Rêveberiya Giştî ya Bendavan: Kêmkirina ava Firatê sûcekî şer e

Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêmkirina asta ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve bi sûcekî şer û binpêkirina mafên hemû niştecihên herêmê bi nav kir. Rêveberiyê û bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere û bi rêjeya avê nelîze.

Rêveberiya Giştî ya Bendavan: Kêmkirina ava Firatê sûcekî şer e
2 adar, 2021   14:43
MINBIC

Rêveberiya Giştî ya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê kêmkirina dewleta Tirk ji ava çemê Firatê re ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna endizyar û xebatkarên bendava Tişrînê ji aliyê rêveberê bendavê Cîhad Beyrem ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk sûc û siyasetên xwe yên xirab didomîne ku azarê gelê Sûriyê zêdetir dike. Her wiha diyar kir ku di demên dawîn de miqdarê ava çemê Firtê pir kêm kiriye.

Rêveberiyê destnîşan kir ku rêjeya avê pir kêm bûye ku têra pêwîstiya pêxistin û geşkirinê nake.

Rêveberiyê diyar kir ku di 27`ê Sibata 2021`an de rêjeya ava gola Tişrînê gihaşt 320,70 m3, rêjeya ava gola Firatê jî gihaşt 301,7 m3, ev rêje li gorî salên berê kêm e.

Rêveberiyê behsa encamên neynî yên kêmkirina avê kir û wiha domand: "Kêmkirina avê gefan li ekolojiyayê dixwe ji ber ku rêjeya gemarê zêde dibe, kenalîzasyonên bajaran yên li ser qirxa çem zêde bibe ku bibe sedema belavbûna nexweşiyan. Ji wê zêdetir bandoreke neyinî li sewaldarî û çandiniyê dike. Encamên karasta li ser aboriya civakê û ewlehiya xwarina salê ya welatiyan çêdike û bandorê li xebatên tunekirina pandemiya koronayê dike."

Rêveberiya bendavan destnîşan kir ku rêjeya ava bendava Tişrînê bûye mirî ku 320,01 m3 û di vê rêjeyê de bendav nayê pêxistin da ku kehrebeya pêwîst çêke.

Rêveberiyê sûcên dewleta Tirk û lîstina wê bi rêjeya ava çeman şermzar kir û got, kêmkirina asta avê li ser dewletekê sûcekî li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ye, sûcekî şer û binpêkirina mafên niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rêveberiya Giştî ya bendavan di dawiyê de bang li NY`yê, Konseya Ewlekariyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, rêxistina NY`yê ya zarokan UNICEF, Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan, hikûmeta DYA`yê, YE`yê, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Komîseriya Binlind a Kar û Barên Koçberan a NY'yê kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku li gorî qanûnên navneteweyî tevbigere û diziya avê û lîstina bi rêjeya wê, bisekinîne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7ftlx_IM-RE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>