Washington dê cezayan li ser Rûsyayê ferz bike

Di encama jehirkirina mûxalifê rûsî Alexey Navalny, Washington berê xwe dide ku cezayan li ser Rûsyayê ferz bike.

Washington dê cezayan li ser Rûsyayê ferz bike
2 adar, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya CNN a Amerîkî ku rêveberiya serokê DYA`yê Joe Biden amadekariyan dike ku cezayan li ser Rûsyayê ji ber jehirkirina mûxalifê rûsî Alexey Navalny û girtina wî, ferz bike.

CNN li gorî hin berpirsên di rêveberiya Amerîkayê de ragihand ku DYA`yê dê bi YE`yê re kordîne bike da ku detayên cezayan û dema wê, diyar bike.

Cezayên yekem ku Joe Biden li ser Rûsyayê ferz bike dê dijberî siyaseta serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di danûstandina bi Moscov re be.

(bx)