Hêzên Lubnanê komeke çeteyên DAIŞ`ê ku plana êrişan dikir girt

Îstixbaratên artêşa Lubnanê hejmareke çeteyên DAIŞ`ê ku plana hedefgirtina nuqteyên leşkerî dikirin, girtin.

Hêzên Lubnanê komeke çeteyên DAIŞ`ê ku plana êrişan dikir girt
2 adar, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Îstixbaratê got koma çeteyan amadekariya hedefgirtina navend û nuqteyên leşkerî yên girêdayî arêtşa û hêzên ewlekariyê yên Lubnanê dikir.

Navendê daxuyand ku welatiyekî Lubnanê ku berê gelek caran bi tawanbariya plankirina êrişên terorî hatibû binçavkirin, komê bi rê ve dibe.

Piştî lêpirsînan derket holê ku koma çeteyan plan dikir ku bi rêya koçberên li hin kampan wekî kampa li derdorê bajarê Ersal, operasyonên terorî li Lubnanê pêk bîne.

Çavkaniyekî ewlekariyê ji rojnameya Şerq El-Ewsat re ragihand ku endamên koma terorîst yekser têkiliyê bi hev re datînin û telefonên destan bi kar nayinin da ku gumanan ji xwe dûr bixin û rastî şopandina telefonan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve neyên.

(cx)