Li Eyn Îsayê panelek li ser 8'ê Adarê hate lidarxistin

Li Eyn Îsayê têkildarî dîroka Roja Jinan a Cîhanê û rola jinan di şoreşa Rojava de panelek hate lidarxistin.

Li Eyn Îsayê panelek li ser 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Eyn Îsayê panelek li ser 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Eyn Îsayê panelek li ser 8'ê Adarê hate lidarxistin
Li Eyn Îsayê panelek li ser 8'ê Adarê hate lidarxistin
1 adar, 2021   17:46
EYN ÎSA

Panel bi diruşmeya "Şoreşa jinan azadiya me ye" ji aliyê Kongreya Star ve hate lidarxistin. Bi dehan jinên mamaoste yên Girê Spî û Eyn Îsayê beşdarî panelê bûn.

Panel bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre endama rêveber a Meclisa Edaleta Civakî ya Kobanê Felek Yûsif axivî.

Felek Yûsif 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xurtkirina têkoşînê li hemberî sîstemên dîktator û zihniyeta baviksalarî kir. Her wiha got: "Jin pêşenga serxistina tevahî şoreşan e. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê naskirin, ku jinan serkeftinên lehengî bi dest xistin. "

Felek destnîşan kir ku divê ev roj ne rojeke ji rêzê be mîna ku dewletên kapîtalîst dixwazin û got:  "Divê em vê rojê bikin bingeha têkoşîna xwe ya li hemberî kesên ku dixwazin mafên me biçewisînin."

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî Medîna Muslim behsa dîroka ragihandina Roja Jinan a Cîhanê kir û wiha pê de çû: "Jin ji bo bidestxistina mafên xwe dikarin şoreşa lidar bixin. Di şoreşa Rojava de jinan mafên xwe vegerandin û di hemû qadên jiyanê, xizmetguzarî, siyasî û leşkerî de cih girtin."

Beşdaran li ser girîngiya xurtkirina têkoşînê û pêkanîna hevjiyana azad ku bibe bingeha pêşketina civakê nêrînên xwe parve kirin.

ANHA