Li Koçerat, Kobanê û Reqayê çalakiyên ji bo 8'ê Adarê

Li Koçerat, Kobanê û Reqayê bi wesîleya 8'ê Adarê çalakî  hatin vekirin.

1 adar, 2021   16:43
NAVENAD NÛÇEYAN

QAMIŞLO

Kongreya Star di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de pêşangeheke alavên kevin û kevneşopî li gundê Mîrka Mîra yê herêma Koçerat vegirt.

Şêniyên herêma Koçerat, tevî endamên saziyên sivîl û Kongreya Star ên navçeya Dêrikê di vekirina pêşangehê de amade bûn.

Vekirina pêşangehê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a herêma Koçerat Sûad Şawîş axivî, vekirina pêşangehê li jinan pîroz kir û diyar kir ku jinan folklora kurdî parast û bi çand û kevneşopiya xwe ya resen ve girêdayî ye.

Sûad her wiha got: "Di şoreşa Rojava de, jinan di hemû qadan de têkoşiya û aboriya jinan pêş xist."

Piştî axaftinan pêşangeh hate vekirin. Koma Kevneşopî ya girêdayî herêma Koçerat stranên folklorî gotin.

KOBANÊ

Kongreya Star a Kobanê bi armanca xuyakirina çand û kevneşopiya herêmê û di çarçoveya çalakiyên ji bo 8'ê Adarê de konê pêşangeha keleporî li qada Şehîd Egîd hate vegirt.

20 jinên Kobanê bi cil û bergên folklorî û li ber stranên gelerî, cûreyên xwarinên folklorî amade kirin  û di bin konê de danîn. Li aliyekî din  alavên kevin hatin pêşandan.

REQA

Bi diruşma "Têkoşîna Hind û Seida têkoşîna me û sonda wan sonda me ye" Rêveberiya Jinan a Reqayê li herêma Sehlebiya ya rojavayê bajar konê kevneşopiyê veda.

Di bin kon de alavên kevnar hatin pêşandan û ji aliyê jinan ve xwarinên gelerî hatin amadekirin.

Dengbêjên gelêrî Melek El-Yetîm û Munetullah stran gotin û jinan xelekên dîlanê gerandin.

Piştre daxuyaniya çalakiyên 8'ê Adarê, ji aliyê endama Rêveberiya Jinan a Xeta Rojava yê bajarê Reqayê Kafiya El-Kurdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de 8'ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û bernameya çalakiyên 8`ê Adarê hate eşekirin. Li gorî daxuyaniyê, dê semîner û belgefîlm ji bo tevahî beşên civakê werin pêşandan, bajar were xemilandin, belavok werin belavkirin, dar werin çandin, navenda meclisa jinan were vekirin, navenda aboriya jinan dê were vekirin, parka Şehîd Hevrîn Xelef û çerxerêya El-Neîm dê werin xemilandin."

ANAH