Li Helebê jî çalakiyên 8'ê Adarê

Li taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya 8'ê Adarê civîn û çalakî hatin lidarxistin.

Li Helebê jî çalakiyên 8'ê Adarê
28 sibat, 2021   17:22
HELEB

Bi dirûşmeya "Têkoşîn me misogeriya şoreşa jinan e" Kongreya Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya 8`ê Adarê 3 civînên cuda li dar xistin. Civîn bi beşdariya bi dehan şêniyên her du taxan û nûnerên saziyên sivîl hatin lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Rêveber a Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Amîna Xidir axivîn û behsa dîroka Roja Jinan a Cîhanê kirin ku tê de jin îşaretê bi azadî û têkoşînê xwe dike.

Amîna diyar kir ku dewletên kapîtalîst ên ku hewl didin siyaseta lawazkirina nirxên cehwerî li ser têkoşîn û nirxên civakê ferz bikin, dixwazin li ser 8`ê Adarê pêk bînin û got: "Armanca wan ji pêkanîna vê siyasetê ew e ku civakê dûrî wateya wê bixin da ku dîroka berxwedan û têkoşîna xwe ya ku li ser hatiye avakirin ji bîr bike, lê belê hemû jinên ku beşdarî vê rojê bûne hîn bêhtir bi israr in."

Amîna ev yek li gotina xwe zêde kir: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya deh salên derbasbûyî de wateya rizgarkirina jinan nas kirin, me dît ku beriya çend mehan her du rêheval Seida û Hind bi awayekî hovane li Şedadê hatin qetilkirin, ji ber ku dev ji hezkirina xwe ya ji azadiya jinan bernedan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku erdnîgariya Şoreşa Jinan e em 8`ê Adarê bi rihê her du şehîdan pîroz bikin. Heger em di hemû qadên jiyanê de têkoşîna xwe xurt bikin, dê îsal bibe sala rizgarkirina jinan, têkoşîn û bidawîkirina qirkirina jinan."

Civîn bi pêşandana sinivîzyonekê der barê 8`ê Adarê û rola jina ya di Şoreşa Rojava de bi dawî bû.

Di heman çarçoveyê de Kongreya Star kolanên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Marûf xemiland û deh pankartên "Bi berxwedan û têkoşîna jinan dê rêbertî azad bibe", "Bi zanist û rêxistinbûyînê em bighêjin civakeke azad", "Jina azad pêşerojeke azad ava dike" û " Bi fikri û felsefeya rêbertî em ê jinan azad bikin" bi zimanê kurdî, erebî, suryanî û ermenî daliqandin.

(eh)

ANHA