Rûsya 40 êrişên hawayî li dijî nuqteyên DAIŞ`ê pêk anîn

Balafirên Rûsyayê bi awayekî rojane êrişên nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistanê dikin û îro jî 40 êriş pêk anîn.

Rûsya 40 êrişên hawayî li dijî nuqteyên DAIŞ`ê pêk anîn
28 sibat, 2021   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora 40 êriş li dijî nûqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora rêya Esriya-Tebqayê ya di nava gundewarê rojavayê parêzgeha Reqayê, pêk anî. Agahiyên der barê wendahiyan de tune ne.

Li çolistanê Sûriyê nêzî sêgoşeya Heleb-Hema û Reqayê jî hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê operasyonên lêgerîna li şaneyên çeteyên DAIŞ`ê berdewam dikin.

Di meha derbasbûyî de gelek operasyonên leşkerî çêbûn, pirraniya wan li çolistana Himis û Dêrazorê bûn û bi awayekî zêdetir li sêgoşeya Heleb, Hema û Reqayê bû ku çeteyên DAIŞ`ê rojane êrişî herêmê dikin û di encamê de gelek ziyan gihandin hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) her çi qasî balafirên şer ên Rûsyayê êriş kirin jî, lê nekarîn çeteyan asteng bikin.

SOHR`ê ragihand ku di meha derbasbûyî de çeteyên DAIŞ`ê li Çolistana Sûriyê 120 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê kuştin.

Di encama êrişên hewayê yên Rûsyayê de û di dema şerê bi hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê re, 95 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

(eh)