Bi boneya 8'ê Adarê, li Qamişlo semîner hatin dayîn

Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi boneya 8'ê Adarê  li 3 cihan semîner dan. Di semîneran de bal hate kişandin ser rola jinan di şoreşa Rojava de.

Bi boneya 8'ê Adarê, li Qamişlo semîner hatin dayîn
Bi boneya 8'ê Adarê, li Qamişlo semîner hatin dayîn
Bi boneya 8'ê Adarê, li Qamişlo semîner hatin dayîn
Bi boneya 8'ê Adarê, li Qamişlo semîner hatin dayîn
Bi boneya 8'ê Adarê, li Qamişlo semîner hatin dayîn
27 sibat, 2021   18:15
QAMIŞLO

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Qamişlo ji aliyê Kongreya Star ve semîner hatin dayîn.

Li dibistana Salih Ebdî bi beşdarbûna bi şêniyên taxa Xerbî ya Qamişlo semînerek hate dayîn.

/ar/uploads/files/2021/02/27/173748_hyfy-mhmd-.webp

Semîner bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama PYD'ê Hêvî Mihemed axivî, 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û behsa dîroka Roja Jinan a Cîhanê kir.

Hêvî diyar kir ku tevahî jinên cîhanê roja 8'ê Adarê kirina roja domandina têkoşîna bidestxistina azadiya xwe, 8'ê Adarê bûye şîara Roja Jinan a Cîhanê.

Bi heman armancê li taxa Qidûrbeg a Qamişloyê jî semînereke bi durişma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" hate dayîn.

Endama Kongreya Star Şirîn Hisên semîner bi rêve bir, behsa girîngiya roja 8'ê Adarê ji bo jinan kir da ku têkoşîna xwe xurt bikin û mafên xwe misoger bikin.

/ar/uploads/files/2021/02/27/173828_mnyjh-hydr.webp

Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Qamişlo Minîca Heyder 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û banga xurtkirina têkoşînê ya li ser şopa firkir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan û parastina destkeftiyên şoreşa jinê kir.

/ar/uploads/files/2021/02/27/173943_hsynh-aly.webp

Li komîngeha Şehîd Hebûn a taxa Hilêliyê jî ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Hesîna Elî ve semîner hate dayîn. Hesîna behsa girîngiya fikirê rêbertî yê derbarê azadiya jinan û rola wan a pêşeng di civakê de kir û got: "Rêber Ocalan roja 8'ê Adarê diyarî hemû jinên cîhanê kir. Gelek jin bi şopandina fikir û felsfeya wî maf û azadiya xwe bi dest xistin."

Hesîna Elî di dawiya axaftina xwe de got, jinên Kurd bi berxwedana xwe ya li eniyên şer dengê xwe gîhand tevahî dewletên cîhanê.

ANHA