Li dijî kesê ku destdirêjî li zarokekê kiribû lêpirsîn hate vekirin

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê ragihand ku malbata zaroka 4 salî ya li dijî wê êrişa cinsî hatibû kirin, gilînameyek pêşkêş kir.

Li dijî kesê ku destdirêjî li zarokekê kiribû lêpirsîn hate vekirin
27 sibat, 2021   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê diyar kir ku  êriş li bajarê Tirbespiyê li mala kesê tecawizkar pêk hat ku hevjîna kiribû çimingeha zarokan.

Li gorî lêpirsîna destpêkê: "Tecawizkar ji derketina hevjîna xwe ji malê sûd girt û ev sûc li dijî zarok pêk anî."

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê got: "Doz hîna di lêkolînê de ye da ku li gorî qanûnan biryar were standin."

Meclisê îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî mîna van sûcên derexlaqî yên li dijî adetên civakî kir. Her wiha ji malbatan xwest ku ha ji zarokên xwe hebin û li cem kesên durist deynin.

ANHA