Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê

Li bajarê Hesekê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê gelek semîner û çalakiyên çandî hatin orgenîzekirin.

Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
Li Hesekê çalakiyên 8'ê Adarê
27 sibat, 2021   15:42
HESEKÊ

Çalakliyên bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e" tên lidarxistin

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Kongreya Star semînerek li kampa Waşûkanî ya bajarokê Tiwêna ya bajarê da. Bi dehan koçberên herêma Serêkaniya ya dagirkirî û endamên saziyên sivîl ên li kampê beşdarî semînerê bûn.

Semîner li hûndirê konekî hate dayîn ku bi wêneyên rêber Abdullah Oclan û alên Kongreya Star ve hate ximilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sebah Osman Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya gelê herêmê pîroz kir.

Sehbah da zanîn ku roja 8`ê Adara 1857`an derdora 40 hezar jinên karker li dijî kêmbûna mûçe xwe û dirêjbûna saetên kar çalakiyeke girseyî li dar xistin û banga wekheviyê kir. Di wê demê de û li wî welatî ev protosto mezintirîn çalakî bû.

Sebah Osman got: " Di 8`ê Adarê de jinên li cîhana rojavayî bi rêxistinkirina gelek çalakiyan pirsgirêkên xwe yên sereke destnîşan kirin, mînak di sala 1937`an de li Spanyayê jin li dijî sîstema Franco derketina faşîst xwepêşandaneke girseyî li dar xist, di Adara 1943`yan jî li Îtaliyayê jin li dijî hikumê Mussolini derketin. Li dewletên Ewropayê jinên ku nedixwestin zarokên wan tev li Şerê Cîhanê yê Duyemîn bibin ku di sala 1940`î de bû, çalakî kirin."

Sebah Osman destnîşan kir ku îdeolojiya rizgarkirina jinan a ku rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan pêşkêş kiriye, hêzeke mezin da hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê û rê nîşanî wan kir ku sîstemên desthiladar li dijî jinan û cîhanê hemû sûcan dimeşînin, ji ber ku jin nifşan ava dikin.

Sebah Osman di dawiya axaftina xwe de got:"Divê jin mafên xwe bistînin û di jiyana azad û wekhev de nêrîna xwe bide ji ber ku dê ye û xwedî sîfeta pîrozbûnê ye."

Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk bi hevkariya Kongreya Star li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telaa semînerek da. Endama Meclisa Giştî ya Yekitiya Partiya Demokratîk (PYD) Nesrîn Elî semîner da.

Di dirûşmeya "Ez jî karim" Kongreya Star bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Hesekê çalakiya piskilêtan li dar xistin.

Bi dehan jin tev li vê çalakiyê bûn.

Beşdaran ji çerxerêya Sînalkoyê dest bi çalakiyê kirin û ber bi kolên giştî û çerxerêya Agirkujiyê"Itfaiyê" ve ya li taxa Til Hecerê ya bajarê Hesekê ve çûn.

Jinan destên xwe bi rengên cuda boyax kirin û mohra xwe li dîwarekî ku li hemberî çerxerêyê ye xist û sloganên bijî berxwedana jinan berz kirin.

Bi armanca derbaskirina adatên ku rê li pêşiya jinan digirin ku li piskilêtan siwar bibin, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo diyar kir ku siwarbûna erebeyan û piskilêtan ne tenê ji mêran re ye.

Evîn Paşo îşaret pê kir ku ev hemle bi armanca şikandina hawekirina di nava civakan de ye.

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Mamosteyan a Kantona Hesekê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Cizîrê bi sernavê "Mamoste Zanist û dayîn e" li navenda Xabûr a Çand û Hûnerê ya taxa Miftî ya bajêr çalakiyeke helbestî li dar xist.

Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir de bi dehan endamên yekitiya mamosteyan û endamên rewşenbîrên herêma Cizîrê beşarî bûn.

Helbestvan Hozan Girkundî, Stêra Ebdulbaqî, Salih El-Ebdullah, Ehmed Salim, Wehîba Îsa, Xelîl Hisên, Hisên El-Zihêtî û Lemîs Mihemed helbest xwendin.

Mijarên helbestan li ser şehîdan, berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Di dawiya çalakiyê de spasname dan helbestvanan.

(eh)

ANHA