SOHR: Hejmara kuştiyên komên girêdayî Îranê gihaşt 22 kesan

SOHR`ê ragihand ku hejmara kuştiyên komên alîgirên Îranê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê ku Amerîkayê li dijî wan êriş pêk anîbû, gihaşt 22 kesan.

SOHR: Hejmara kuştiyên komên girêdayî Îranê gihaşt 22 kesan
26 sibat, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hejmara kuştiyên komên alîgirên Îranê gihaşt 22 kesan ku piraniya wan ji Heşd Şebî û Hizbullaha Iraqê ne. Amerîka li dijî nuqte û kamyonên cebilxaneyê yên girêdayî komên alîgirên Îranê êrişeke asîmanî pêk anî. Êriş di dema ku Kamyon di dergeheke leşkerî ya nêzî dergeha El-Qaim a li herêma Bokemal ya rojhilatê Dêrazorê re derbasî xaka Sûriyê dibû, pêk hat.

SOHR`ê got dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, her wiha agahiyên li ser kuştiyên din hene. SOHR`ê her wiha diyar kir ku di êrişê de 3 kamyonên cebilxaneyê bi temamî hatine rûxandin.

Li gorî agahiyên ku SOHR`ê ji çavkaniyên xwe girtine, ji ber tirsa pêkanîna êrişên din hêzên Îranê û komên alîgirên wê piştî êrişê yekser gelek nuqte û navendên xwe yên li Bokemalê vala kirine û li nuqteyên din bi cih bûne.

(dx)