Malbatên şehîdên berxwedana Garê: Zarokên me dersek dan dagirkeran

Malbatên şehîdên berxwedana Garê diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind in ku li herêma Garê efsaneyên qehremaniyê xêz kirine û dan zanîn ku berxwedana HPG'ê hemû planên dewleta Tirk a dagirker têk birin.

Malbatên şehîdên berxwedana Garê: Zarokên me dersek dan dagirkeran
26 sibat, 2021   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Her çi qasî faşîzma dewleta Tirk li herêma Garê çekên pêşketî yên ku di nava civaka navneteweyî de qedexekirî ne bi kar anî, lê HPG`ê êriş têk birin û efsaneyên qehremanî nivîsandin.

10`ê vê mehê artêşa Tirk a dagirker êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir, gerîlayên HPG`ê bi berxwedanî bersiva van êrişan da û piştî şerê 3 rojan hêzên artêşa Tirk vekişandina xwe ragihand. Navenda Ragihand û Çapemeniya HPG'ê nasnameya 14 gerîlayên HPG`ê yên ku di berxwedana Garê de gihaştin asta şehadetê eşkere kirin.

Têkildarî berxwedana ku zarokên wan li herêma Garê meşandine, ajansa me hevdîtin bi malbata şehîd Abdulcebar Mihemed (Xabûr Dêrikê) re yê ji navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo û malbata şehîd Mistefa Tahir Nasan (Seydo Refîq) re yê ji Efrîna dagirkirî çêkir.

Pismanê şehîd Xabûr Dêrikê, Nayîf Hesen got: "Rêbertî girtîgeha Îmraliyê ji gelê xwe û cîhanê re kir navenda perwerdeya azad,  êrişên li dijî Garê berdewama komploya navneteweyî ye û hewldana şikandina vîna gelê Kurd e, lê belê gelê Kurd bûya xwedî hêz û şervanên ku li ser bingeha fikir û felsefeya rêbertî dimeşin."

Hesen destnîşan kir ku tevî êriş û komployên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê, lê vîna gelê Kurd ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh, karî li dijî çekên nûjen bisekine, mînaka herî nêz berxwedana Garê ye.

Hesen ev gotin li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk bi armanca tunekirina gerîlayên HPG`ê êrişî herêma Garê kir, lê fikir û bawerî gerîlayan a bi dozê hişt ku efsaneyeke dîrokî xêz bikin."

Nayîf Hesen piştgiriya xwe ya ji berxwedana HPG`ê re ya li herêma Garê nîşan kir û got:"Em wekî malbatên şehîdan û hemû malbatên gerîlayên ku li çiyayê Kurdistanê tê dikoşin, em ê di hemû rewşa de bi wan re alîkar bin, da ku em liyaqî berxwedana şehîdan bin."

Pispamê şehîd Xabûr Dêrik, Nayîf Hiso da zanîn ku berdêlên ku şehîdan dane têrê dike ku di demeke nêz de rêber Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad bibe got: "Hêviya me bi hêz û berxwedana wan ev e."

ꞌEM SOZA ŞOPANDINA RÊYA ŞEHÎDAN DIDINꞌ

Birayê şehîd Xabûr Dêrikê, Xelîl Mihemed soza şopandina têkoşîna birayê xwe da û got:"Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin da ku armanc û xewna zarokên xwe yên ku canê xwe feda kirine pêk bînin."

Mihemed ev xal rêz kirin: "Dewlet Tirk a dagirker hewl dide ronahiya çiyayên me û herêma Garê tarî bike, lê belê HPG`ê êrişên wan têk bir, dersek da wan û hiştin ku paş ve vegerin."

Xelîl Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got:"Pêwîstiya me bi tu kesî tune ye ji ber ku baweriya me bi hêzên me û bi berxwedana wan a qehremane heye, tişta ji me tê xwesti ew e ku em piştgiriya hêzên xwe bikin, ji ber ku zarokên me ne û erka me ye ku em piştgiriya hêzên xwe bikin ku parastina mafên me dikin."

Xelîl Mihemed di dawiya axaftina xwe de balkişand ser serkeftinên li herêma Garê û got:"Serkeftina HPG`ê ya li Garê moralên gelê Kurd bilind kir, ji ber ku li dijî faşîzma Tirkiyê efsanayên dîrokî raber kirin."

Li aliyekî din jî bavê şehîd Seydo Refîq Mistefa Tahir Nasan ê ji gundê Elemdar a navçeya Racoyê ya kantona Efrînê axivî û behsa girêdana kurê xwe ya bi hezkirina welat ve kir û got: "Min her 7 zarokên xwe fêrî hezkirina welat, têkoşîn û parastina doza xwe kir."

Tahir Nasan destnîşan kir ku berxwedana ku li herêma Garê hate meşandin, planên dewleta Tirk têk birin û armancên wan ên li Şengalê û Rojava jî têk bir.

Mistefa Nasan di dawiya axaftina xwe de serbilindiya xwe ya bi şehadeta kurê xwe nîşan kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

(eh)

ANHA