Li Bexdayê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Hêzên îstixbarata Iraqê çeteyê DAIŞ'ê yê bi navê Nimir Bexdayê ku berpirsê teqemeniyan e, li Bexdayê girt.

Li Bexdayê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
25 sibat, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên îstixbarata Iraqê duh berpirsê teqemeniyan ê girêdayî çeteyên DAIŞ'ê Nimir Bexdayê li rojavayê Bexdayê girt.

Hêzên îstixbaratê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan çeteyê bi navê Nimir Siwêd (Nimir Bexdayê) di opresyoneke li herêma Ebû Xerîb a rojavayê Bexdayê de girtiye.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Nimir Bexdayê kurê serçeteyê DAIŞ'ê Ehmed Abdullah Siwêd e û berpirsê teqemeniyan di nava çeteyên DAIŞ'ê de ye.

 (dm)