​​​​​​​Suryanên rojhilat Rûjiya Yewnan bi dawî kir

Li gorî Dêrên Rojhilat, îro Suryanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku 3 roj li pey  hev rûjî bi pêkanîna ayînên olî  "Rûjiya Yewnan" girtin, bi daw kir.

​​​​​​​Suryanên rojhilat Rûjiya Yewnan bi dawî kir
24 sibat, 2021   15:03
QAMIŞLO

Rûjiya Yewnan yek ji ayînên olî yên ku Suryanên rojhilat pêk tînin, ew jî ji bo bidawîkirina bela û şer wekî spasiya ji Xweda re 3 rojan li pey hev rûjiyê digirin.

Her yek li gorî karîna xwe vê rûjiyê digire û di dirêjahiya 3 rojan de hinek ji xwarin û vexwarin qut dibin û hinek din jî xwarina goşt, hêk û berhemên şîr naxwin û tenê sebzeyan dixwin.

Navê vê rûjiyê ji navê keşîş yewnan tê ku ji bo dûrxistina belayê 3 roj rûjî girtiye.

MAYÎNA DI HUNDIRÊ HÛT DE

Li gorî Razan El-Bunyat a ji şêniyên gundê Rotan ê li bakurê rojavayê Tirbespiyê, sembolîzma çîroka vê rûjiyê vedigere keşîşê Yewnan ku 3 rojan di hundirê hût de maye.

Razan destnîşan kir ku ji bo ji xweda re dua bikin da ku karesat û nexweşî rû nedin, rûjî digirin. Rûjiya wan bi navê Yewnan tê binavkirin ku navê xwe ji keşîşê Yewnan digire. Yan jî bi navê rûjiya Neynawayê tê naskirin ku keşîşê Yewnan li bajarê Neynawayê yê Iraqê dima.

Rûjî roja yekşemê destpê dike û çarşemê bi dawî dibe. Suryan berê xwe didin dêr û ayînên olî pêk tînin û rûjiya xwe bi dawî dikin.

NAN Û MEY

Ji ayînên ku li dêrê pêk tên, rûjîgir nan û mey bi xwe re dibe dêrê, nan nîşaneya bedena hazretî Îsa ye û mey jî têkilbûna şîrê tirî û av e û nîşana xwîna hazretî Îsa ye.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sbMtgzzSPoU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>