Artêşa Tirk gundê gundewarên Eyn Îsa topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Seyda û rêya M4 ên Eyn Îsa topbaran dike.

Artêşa Tirk gundê gundewarên Eyn Îsa topbaran dike
24 sibat, 2021   09:50
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundê Seyda, rêya M4 û rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran dikin.

Li gorî agahiyan topbaran berdewam e.

ANHA