Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê zêdetirî 90 êriş li dijî herêmên belavbûna çeteyên DAIŞ'ê li çolistana Sûriyê pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir
24 sibat, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca peydakirina rêyekê ji bo karwanên sivîl û bazirganiyê, hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên Rûsyayê li ser rêya di navbera bajarê Dêrazor û Humisê de belav bûn. Di heman demê de, balafirên Rûsyayê zêdetirî 90 êriş li dijî çolistana Sûriyê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di 21`ê Sibatê de çeteyên DAIŞ'ê li dijî nuqteyên komên alîgirên Îranê û hêzên hikumeta Şamê li derdora herêmê zeviya Ark a petrolê li çolistana rojhilata Humisê, êrişek pêk anî. Di encamê de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn.

(dm)

ANHA