Desthilata Îranê jineke mirî bi dar ve kir!

Jineke îranî beriya ku were darvekirin, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Lê hikumeta Îranê ku ew bi kuştina hevjînê wê tawanbar kiribû, bi dar ve kir.

Desthilata Îranê   jineke mirî bi dar ve kir!
24 sibat, 2021   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Zehra Îsmaîlî dema ku li bendê bû ku were bidarvekirin, li ber çavê wê 16 mêr bi dar ve kirin û wê jî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nameya parêzerê Zehra, Omîd Miradî de ku ji aliyê rojnameya The Times a Brîtanyayê û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Îranê ve hate weşandin, rêveberiya Girtîgeha Recayî Şehr, cenazeyê wê li ser xwesteka xesûya wê ku xwest wê darvekirî bibîne, bi dar ve kir.

Omîd Miradî di nameya xwe de wiha got: "Laşê wê yê mirî bi dar ve kirin. Xesûya wê kursî ji bin lingê wê derxist da ku cenazeyê bûka xwe darvekirî bibîne."

Li gorî parêzer diyar kir ku Zehra û zarokên xwe ji aliyê hevjînê wê Elî Rida Zemanî ve ku berpirsek di îstixbarata Îranê de bû, rastî îşkenceya laşî û psîkolojîk dihat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku bi Zehrayê re 2 jinên din jî di hefteyên derbasbûyî de hatine darvekirin. Bi vê yekê re hejmara giştî ya jinên ku di dema serweriya serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de hatine darvekirin, bû 114.

(bx)

ANHA