Li herêmên "Bêçek" şer didome

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêmên "Bêçek" bi hev ketin. Her wiha balafirên şer ên Rûsiyayê êriş pêk anîn.

Li herêmên "Bêçek" şer didome
23 sibat, 2021   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Bzabûr ê başûrê Idlibê kir armanc. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbû.

SOHR diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê nûqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Emîqa yê deşta Xabê û derdora çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê dan ber topan. Di heman demê de hêzên hikumeta Şamê herêmên Fitîra, Sifuhin, Bênîn, Riwêha, derdora El-Bara û Filêfil ên başûrê bajarê Idlibê topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve, balafirên şer ên Rûsiyayê derdora bajarokê El-Bara li gundewarê başûrê Idlibê, bombebaran kir.

Ji destpêka 2021'an ve, ev cara çaremîn e ku balafirên Rûsiyayê Idlibê dike hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di 13'ê Sibatê de ragihandibû ku balafirek şer a Rûsiyayê bi mûşekan derdora girtîgeha navendî ya rojavayê bajarê Idlibê bombebaran kir.

SOHR, di 3'yê Sibatê de ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsiyayê nûqteyên leşkerî li derdora bajarokê Ermnaz ê rojavayê Idlibê bombe kir. Di encamê de hejmarek çeteyên Tehrîr El-Şam, hatin kuştin. Her wiha di 2'yê Sibatê de diyar kir ku balaifrên Rûsyayê beşê bakurê rojavayê Idlibê bombebaran kir û baregehên leşkerî yê li gundê Herbenûş û derdora gundê Qûrqaniya kir hedef. Di encamê de birîndarên çeteyan çêbûn.

(dx)