Çeteyan komkujiya ku kirin qeyd kirin!

Kêliyên ku çeteyan li navçeya Şêrawa ya Efrînê bombeya ji dûr ve kontrolkirî teqandin, ji hêla çeteyan ve hatin qeydkirin. 2 sivîl bi vê hovîtiya çeteyan hatin qetilkirin.

Çeteyan komkujiya ku kirin qeyd kirin!
23 sibat, 2021   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Bombeya ji dûr ve kontrolkirî ya ku çeteyên dewleta Tirk bi cih kiribûn, îro li gundê Basûta ya navçeya Şêrawa ya Efrînê hate teqandin.

Çeteyên ku teqîna bombeyê qeyd kiribûn, dîmen li ser medyaya civakî parve kirin. Di vê hovîtiya çeteyên Tirk de welatiyê bi navê Heyfa Şerîf (21) û Newzat Ekrem Tûbal (45) hatin qetilkirin.

Çeteyên kirêkirî yên Tirk her her roj komkujiyeke li herêmê dikin, dewletên Ewropî jî dibînin ku fona ku ji bo penaberan dabûne dewleta Tirk didin çeteyan û tenê temaşe dikin.

ANHA