Berxwedana Xabûr bû peyameke xurt ji bo yekitiya gelê herêmê

Gelê Asûr-Suryan diyar kir ku 23`ê Sibata 2015`an “berxwedana Xabûrê” peyameke bi hêz e û tekeziyê bi yekitiya gelê herêmê li hemberî hemû rêxistinên radîkal dike.

Berxwedana Xabûr bû peyameke xurt ji bo yekitiya gelê herêmê
23 sibat, 2021   14:11
HESEKÊ

23`ê Sibatê salvegera 6`emîn a êrişa çeteyên DAIŞ`ê li dijî navçeya Til Temirê û gundewarê wê ye, kut ê de bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan gund û cihên olî rûxandin û gelek şênî revandin.

/ar/uploads/files/2021/02/23/125140_hesek-birinanina-shehidan-28129.webp

Piştî 4 mehan ji şer, şêniyên herêmê bi piştgirîdayîna hêzên leşkerî yên YPG, YPJ, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Hêzên Heres El-Xabûr karîbûn rêxistina terorîst û yên pê re derbasî herêmê bûne, têk bibe.

/ar/uploads/files/2021/02/23/125043_mataya-hna-28large29.webp

Îro, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û endamên sazî û navendên sivîl û leşkerî yên bajarê Hesekê her wiha endamên her du meclisên civakî yên Ermenî û Suryanî û Jinên Beyth Nehreyên, şehîdên berxwedana Xabûrê bi bîr anîn. Merasima bîranînê li Goristana Şehîdên Suryan-Asûr a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Di merasimê de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî toraneke leşkerî li dar xistin. Piştre fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mateya Hena salvegera 6`emîn a berxwedanê bi bîr anî û wiha got: “Her sal em di 23`ê Sibatê de berxwedana Xabûrê bi bîr tînin, ku şervanên me bersiva rêxistinên terorîst ên herî xeter dan.”

Hena diyar kir ku wekî hêzên leşkerî wê li hemberî hemû hêzên terorîst û çeteyan ji bo parastina gelê xwe li herêmên Til Temirê û li herêma Xabûrê, bendekî bi hêz bin.

/ar/uploads/files/2021/02/23/124916_wrd-kwrkys-28large29.webp

Fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sootoro Werd Korkês jî daxuyand ku êrişên 23`ê Sibata 2015`an ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anîn, bû sedema koçberkirina şêniyên 33 gundên herêma Xabûrê û got li kêleka êrişan sûcên kuştin û revandina jin, mêr û zarokan pêk hatin.

/ar/uploads/files/2021/02/23/125200_hesek-birinanina-shehidan-28329.webp

Korkês destnîşan kir ku wê bûyerê îradeya wan kêm nekir, berevajî wê hîna hêz û baweriya wan zêdetir kir da bi pêkhateyên din ên herêmê re li ber xwe bidin û got: “Bû peyameke bi hêz ku tekeziyê bi yekitiya gelê herêmê li dijî hemû rêxistinên radîkal dike.”

Merasima bîranînê bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdên berxwedana Xabûrê bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TtUX_Km4-bQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>