Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ji bo kirêya xaniyan biryarek derxist

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bi biryarekê kirêya xaniyan û bendên din ên têkildarî kirêkirin û bikirêdayînê, diyar kir.

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê ji bo kirêya xaniyan biryarek derxist
23 sibat, 2021   13:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya fermi wiha got: “Li ser bingeha berjewendiya giştî û ji bo rêgirtina li bihabûna kirêyêa xaniyan, her wiha li gorî biryarnameya hejmar /11/ a dîroka 14`ê Çileya 2020`an ku Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der xistiye û li gorî biryara Komîteya Îdarî ya Fermanê hejmar /26/ a dîroka 5`ê Kanûna 2020`an, ev biyar hatin girtin:

1-Di eqdên kirêkirin û bikirêdayîn de, kirêya xaniyan li gorî van beşên jêr diyar dibe:

Beşê yekê: Kirêya xaniyên bi derfetên normal di navbera 10 û 50 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Beşê duyem: Kirêya xaniyên bi derfetên navîn di navbera 50 hezar û 75 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Beşê sêyem: Kirêya xaniyên bi derfetên baş di navbera 75 hezar û 100 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

Beşê çarem: Kirêya xaniyên bi derfetên super dîloks di navbera 100 hezar û 150 hezar lîreyên Sûriyê de ye.

2- Di belgekirinê de eqdê kirêkirinê yê ji aliyê Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye derxistin, tê esasgirtin.

3- Piştî erêkirina komînê û Nivîsgeha Karûbarên Avahîsaziyê ya Ewlekariya Hundirîn, eqd li gel şaredariya têkildar tê belgekirin.

4- Hevserokên her komînekê û endamên rêveberiya komînê belgeyeke taybet bi xaniyên li erdnîgariya komînê hatine kirêkirin, li cem xwe dihêle. Ji bo her avahiyekê rûpelek tê diyarkirin, tê de xwediyê wê, kê bi kirê daye, kê kirê kiriye, dema destpêkirin û bidawîbûna kirêyê, pereyên kirêyê, navê nivîsgeha ku eqd birêxistin kiriye tê diyarkirin. Heke guhertin pêk hatin jî, ew agahî tên nûkirin.

5- Divê hevserokatiya komînê û endamên rêveberiya komînê, çalakiya kirêkirinê yên avahiyên di erdnîgariya komînê de bişopînin û li dijî muxalefetan tedbîrên pêwîst bigirin.

/ar/uploads/files/2021/02/23/115018_d994da10-b279-4f21-ad84-ac50caf0d163-270x378.webp

6- Di rewşên betalkirina eqdê kirêkirinê, bidawîbûna wê, dabînkirin û lêçûna restorekirin û di rewşên din de, bendên qanûna sivîl li ser eqdê kirêkirinê derbasdar e.

7- Eqdên ku beriya derxistina vê biryarê pêk hatine, heta bidawîbûna dema xwe wekî xwe dimînin. Piştre bi erêkirina her du aliyan û piştî ku bendên li dijî vê biryarê tên rastkirin eqd tê nûkirin.

8- Yên bendên vê biryarê pêk nayinin, miqdareke pere bi qasî du qat pereyên kirêyê wekî ceza lê tê birîn. Heke muxalefe dubare bibe, ev miqdar du qat dibe û eqdê wê kesî betal dibe.

(şx)