Kongreya Star a herêma Firatê destpêkirina çalakiyên 8`ê Adarê ragihand

Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi daxuyaniyekê destpêkirina hemleya “Şoreşa jinan azadiya me ye” ragihand.

Kongreya Star a herêma Firatê destpêkirina çalakiyên 8`ê Adarê ragihand
23 sibat, 2021   14:18
 KOBANÊ

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Rewşen Hacim li qada Şehîdan a gundê Helincê bi tevlêbûna bi dehan endamên jin ên saziyên sivîl, daxuyaneke devkî da.

Rewşen wiha axivî: “Bi nêzîkbûna Roja Jinan a Cîhanê re em destpêkirina hemleya xwe radigihînin. Ev hemle bi saya fedekariyên jinên têkoşer ên ku li dijî desthilatên hegemon li ber xwe dan û agir berdan berdena xwe, pêk hat.”

Rewşen destnîşan kir ku gelek pergelên desthilatdar hene ku hewl didin jinan ji azadiyê bêpar bihêlin. Nimûneya wê jî dewleta Tirk a dagirker e ku jinên têkoşer dike hedef.

Rewşen piştrast kir ku dewleta Tirk têkoşîna jinan û birêxistinkirina wan, li ser xwe xeter dibîne ji ber ku banga mafên xwe û gelê xwe dike.

Rewşen bang li tevahiya jinan kir ku tevlî hemleyê bibin û ji bo pênasekirina vîna jinên azad, çalakiyan orgenîze bikin û li hemberî pergalên faşîst li ber xwe bidin.

Beşdaran di dawiya daxuyaniyê de sloganên silavkirina şoreşa jinan û têkoşîna wan û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FNJyv9IT5ck" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>