Ji 2011`an ve zêdetirî 6 hezar û 500 karkerên penaber  li Qeterê mirine

Li gorî raporên hikumetê, hejmareke mezin a penaberên li Qeterê ji ber mercên zehmet ên kar li wir jiyana xwe ji dest dane.

Ji 2011`an ve zêdetirî 6 hezar û 500 karkerên penaber  li Qeterê mirine
23 sibat, 2021   11:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên ku rojnameya “The Guardian” ji çavkaniyên hikumetê kom kirine, ji sala 2010`an ve  ango ji dema Qeter wekî cihê lîstina kûpaya futbolê ya cîhanê ya sala 2022`an  hate diyarkirin, herî kêm 6 hezar û 500 karkerên ku ji welatên başûrê Asyayê penaberî Qeterê bûne, jiyana xwe ji dest dane.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku hejmara hatiye diyarkirin ji hejmara rast kêmtir be.

Hate tekezkirin ku pileya germahiyê ya bilind di havîn de faktoreke sereke ya mirina karkerên penaber e.

(cx)