Danûstandinên aşitiyê ên Talîban-hikumeta Efganistanê ji nû ve dest pê kirin

Danûstandinên aştiyê yên di navbera Tevgera Talîban û hikumeta Efganistanê de ji bo kêmkirina tundiya demên dawîn zêde bûye, li Qeterê ji nû ve hatin destpêkirin.

Danûstandinên aşitiyê ên Talîban-hikumeta Efganistanê ji nû ve dest pê kirin
23 sibat, 2021   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Talîban Dr. Mihemed Neîm duh (duşemê) bi daxuyaniyekê ragihand ku danûstand ji nû ve dest pê kir. Di daxuyaniyê de ji bilî “atmosfer arma bû” tu detayên din nehatin parvekirin.

Tê payîn ku di danûstandinên pêk tên de, her du alî li ser bendên danûstandinê li hev bikin.

Hikumeta Efganistanê, Washington û NATO girîngiyê didin kêmkirina tundiyê ku dê agirbestê bi xwe re bîne. Talîban jî dibêje ku ew ê di wê derbarê de danûstandinan bikin, lê heta tu helwestên wê yekê piştrast dikin nîşan nedaye.

(cx)