Balafirên artêşa Tirk Çiyayê Metîna bombebaran dikin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer çiyayê Metîna yê ser bi Dihokê ve bombebaran dike.

Balafirên artêşa Tirk Çiyayê Metîna bombebaran dikin
23 sibat, 2021   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê bi dest xistine, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer, Çiyayê Metîna yê ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê bombebaran dike.

Li gorî agahiyan bombebaran dewam dike û heya niha derbarê ziyanan de tu agahî nehatine bidestxistin.