Rojnameyên erebî: Rûsya Sûriye ji pêkanîna peymanên aştiyê bi Îsraîlê re hişyar kir

Rojnameyên erebî yên îro behsa alîkarîxwestina Sûriyê ji Rûsyayê, ji nûve derketina siyasetmedarekî misirî li qada siyasî û têkiliyên Misir-Amerîkayê kirin.

Rojnameyên erebî: Rûsya Sûriye ji pêkanîna peymanên aştiyê bi Îsraîlê re hişyar kir
23 sibat, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

ÇIMA MOSKOV`Ê ALÎKARÎXWESTINA EL-ESED DI 2013`AN DE NIHA EŞKERE KIR?

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa gotareke rojnameya Zaftra a rûsî kir ku gelek deng vedabû û gelek pirs bi xwe re derxistibûn holê. Ji ber ku rojnameyê cara yekîm  eşkere kir ku rêveberiya Sûriyê di 2013`an peyamek ji Moskovê re şandibû û tê de ji Rûsyayê xwestibû ku wê hilweşîneke muhtemel rizgar bike.

Rojnameyê têkildarî mijarê wiha got: "Pirsa girîng ku derket holê girêdayî makenîzmaya bersivdayîna Moskovê di wê demê de de bû û çima piştî salan ji alîkarîxwestinê destwerdana leşkerî li Sûriyê kir (2015)?

Lê çima niha ew yek hate eşkerekirin? Gotar bi sernavekî balkêş bû "Gelo Şamê ber bi pêkanîna peymanên aştiyê bi Îsraîlê ve diçe ?”

‘TIRKIYE Û ÎRAN GELEK DEWLETÊN EREBAN ACIZ DIKIN ‘

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Misirê wiha nivîs: "Siyasetmedarê misirî Mihemed El-Beradiî demekê ji ber çavan winda bûbû. Niha jî dîsa derket holê û mizgîniya serdemeke Tirkî û yeke Îranî û “Bihareke nû ya Ereban” da.

Cîgirê serokê Misirê yê berê Mihemed El-Beradiî bang li dewletên Ereban kir ku sîstemeke ewlehiyê li herêmê ava bikin da ku karibe danûstandinê bi têkiliyên bi girêk yên bi dewletên cîran re bike û got : "Diyaloga bi dewleta Tirk û Îranê re bûye tiştekî ku nayê paşdexistin."

EL-SÎSÎ: TÊKILIYÊN MISIR Û AMERÎKAYÊ XURT IN

Rojnameya El-Beyan behsa daxuyaniyên Amerîka-Misirê kir û wiha got: "Serokê Misirê Abdullfetah El-Sîsî tekezî bi taybetmendiya têkiliyên stratejîk ên Misirê û Amerîkayê kir û got ew bawer in ku wê hevkariya dualî di hemû qadan de xurttir bikin, nexasim di aliyê leşkerî de. , xurtin û hewl didin pêşxistina alîkariyê di hemû aliyan de çêbikin.

Axaftina El-Sîsî duh di dema pêşwazîkriina Fermandarê Navendî yê Amerîkayê Kenneth Mackenzie bi beşdarbûna serokê Erkanê şer ê hêzên Misirê Mihemed Ferîd û qusulxaneyê Amerîkî li Qahîra Jonathan Cohen, hatibû kirin.

(bx)