Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re serî li serdozgeriya Komarê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan
23 sibat, 2021   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulana 2019'an de, piştre jî heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn Abdullah Ocalan bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi behaneya"nexşeya rê" ya ku Ocalan di sala 2009'an de weke parêzname pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, weke behane nîşan dabû û di 23'ê Îlonê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Ocalan qedexe kiribû.