Rêxistinên Jinan ên herêmê Bernameya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê aşkere kir

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya çalakiyên xwe yên 8`ê Adarê aşkere kir.

Rêxistinên Jinan ên herêmê Bernameya rêzeçalakiyên 8`ê Adarê aşkere kir
23 sibat, 2021   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya navenda Kongreya Star a bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê bernameya rêzeçalakiyên xwe yên 8`ê Adarê, Roja Jinan ya Cîhanê ji raya giştî re aşkere kirin.

Her wiha dîroka destpêkirina rêzeçalakiyên xwe û dirûşmeya 8`ê Adarê ya îsal jî ragihand.

Daxuyanî bi du zimanan hat xwendin. A zimanê Kurdî ji aliyê endama Meclisa Kongreya Star Bêrîvan Yûnis û ya erebî jî ji aliyê endama Koodînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xewla El-Îsa ve hatin xwendin.

BERNAMEYA 8 Ê ADARÊ YA 2021`AN WIHA YE:

Weke rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8’ê Adarê de em ê li ser kevneşopiya tekoşîn û berxwedana jinên cîhanê ya li beramberî zordarî û desthilatdariya mêr bilind bûyî bimeşin. Rihê berxwedêr ê jinan wê her zindî bimîne û em jî weke rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wî rihî û biryardariyê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Hesap ji her cure mêtîngeriya tê meşandin bipirsin. Bi vê boneyê em ê bi dirûşma “TEKOŞÎNA ME, MISOGERIYA ŞOREŞA JINÊ YE”  di nav rêzeçalakiyan de bin. Hemû çalakiyên me yên 8’ê Adara îsal wê di çarçoveya ji dagirker û qatilên jinan hesap xwestin pêk werin û em ê di hemû çalakiyên xwe de rehevalên xwe Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Emîne Weysî û Leyla Agirî, Seida Feysel El-Hermas, Hind Letîf El-Xidêr û şehîden Til Rifetê bi bîr bînin û hesap bixwazin.

Bi wê boneyê rêze çalakiyên me yên 8’ê Adarê ya îsal wê bi vî rengî bin:

- Çalakiyên 8`ê Adarê dê 23`ê Sibatê ji hêla hemû rêxistin û tevgerên jinan ve li bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya “Têkoşîna me misogerkirina azadiya jinan e” were destpêkirin.

- Kongreya Star dê li ser 8`ê Adarê, ji 23 heta 28`ê Sibatê, di asta navçe, bajarok û saziyan de, semîneran bide.

- Meşeke bi otomobîlên xemilandî bi rengên 8`ê Adarê dê li hemû kantonan were lidarxistin.

-Li Şedadê di 1ê Adarê de, bi beşdariya Meclisa Jinan a PYD, Kongreya Star û Meclisa Kantona Hesekê ji bo bîranîna her du jinên ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine qetilkirin wê meşeke girseyî were lidarxistin. Di heman rojê de, ji bo bîranîna şehîdên Til Rifet li Şehbayê wê meşeke girseyî were lidarxistin.

- 1 û 2`ê Adarê, Festîvala Jinan li Qamişlo wê were orgenîzekirin û tê de pêşandanên hunerî û pêşangehek ji karên destan û xwarinên kevneşopî hene.

- 2`ê Adarê, rêxistinkirina çalakiyan ji bo piştgirî û mezinkirina rola YPJ-HSMB û hêzên parastinê yên din, her wiha wê meşeke leşkerî ji hêla Asayîş û HPC-Jin ve were lidarxistin.

- 3`ê Adarê, ji bo jinên astengdar wê çalakî werin lidarxistin, semîner û çalakiyên hunerî werin dayîn.

- 4`ê Adarê, rêxistinkirina çalakiyan di çarçoveya projeya guhertina hişmendiya zilam, vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo zilaman, semîner werin dayîn. Her wiha li bajarekî wê meşek ji aliyê mêran ve were lidarxistin.

- 5`ê Adarê, lidarxistina çalakiyan bi armanca azadiya rêber APO (çalakîyên girseyî, bilindkirina wêneyên Rêber APO, vekirina Pêşangehan ji bo Nîşandana Wêneyên rêbertiyê li kantonên (Qamişlo - Kobanê - Şehbeyê).

- 6`ê Adarê, li qada Newrozê wê pîrozbahiyeke girseyî ya navendî bi beşdariya nêzîkî 10 hezar jinan were lidarxistin.

-Birêxistinkirina pîrozbahiya 8`ê Adarê li hemû bajaran.

-Bi dirûşmeya (Na ji Komployê re - Na ji dagirkeriyê re - Na ji tundiyê re) wê Meclisa Jinan a PYD`ê dest bi rêxistinkirina kampanyayekê bike û wê kampanya 3 mehan bidome.

-Meclisa Jinên Ciwan di 8`ê Adarê de, di hemû dibistan, peymangeh û zanîngehan de wê semîneran bide. Her wiha wê birûşûr ji bo 8`ê Adarê bên belavkirin. Wê çalakiyên wekî (çandinî, meş, pêşbirkên werzîşî, pêşbirka bisîkletê, festîval, pêşandanên folklor û dîlanê, pêşandanên fîlm û belgefîlm, pêşangehên nîgar û wêneyan, pêşbirkên helbestan, semîner,  sînevîzyon, pêşangehên cilûbergên gelêrî û karên destan, serdana gorên şehîdan, kampên penaberan û belavkirina gulan li jinan) bi hevkariya bi Kevana Zêrîn re bên lidarxistin.

-Birêxistinkirina çalakiyên taybet ji bo Komîteya Dayikên Gerîla.

-Amadekirina çalakiyan li ser mijarên sereke (jin û şîdet - jin û parastin) bi rêya lidarxistina panel û konferansan.

- Lidarxistina çalakî û panelan derbarê jinên Efrînê de (li kantona Hesekê).

-Ji destpêka Adarê ta Newrozê, lixwekirina cilûbergên folklorî.

- Amadekirin û belavkirina daxuyaniyekê ji hêla Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongreya Star ve, bi wêneyên jinên pêşeng ên Kurdistanî, Rojhilata Navîn û cîhanî û danasîne wan jinan.

- 10`ê Adarê, wê şahiyek ji bo hevalên Gazî ji hêla Kevana Zêrîn ve were lidarxistin.

-  Di navbera 8 û 21`ê Adarê de û li hemû kantonan, divê serdana dostên kevin, malbatên şehîd, Gazî, Gerîla, birîndarên teqînan û malbatên girtiyan were kirin weke kampanyayeke ku li hemû bajaran were birêxistinkirin.

- Pêxistina mûman li ser çemê Firatê û bilindahiyên li ser avên mezin. Her wiha belavkirina wêneyên rêheval Sara, rêheval Leyla Agirî, Zehre û hemû şehîdên Helincê, Til Rifet û Şedadê li ser avê.

- Di nav çalakiyên 8`ê Adarê de, Kampanya îmzeyan ji bo dadgehkirina Recep Tayîp Erdogan ji bo 100 bûyeran 100 hezar îmze berhev kirin.

-Li ser bingeha tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û ji bo vegotin û pênasekirina xala 1325` an, divê civînek bi beşdariya hezar jinan were li dar xistin.

-Di çalakiyên 8`ê Adara îsal de, divê gund esas bên girtin û li ser vî bingehî divê li hemî gund û saziyên îdarî û rêxistinî li ser pênasekirina 8`ê Adarê semîner werin dayîn, bi beşdarbûna hemû meclis û komîteyên rêxistinên jinan. Li gorî wê:

-Meclisa Sûriya Demokratîk: 4 semîner li (Reqa - Tebqa - Dêra Zorê - Minbic)wê werin dayîn.

-Li Cizîrê û Reqayê: diyalogeke berfireh wê were lidarxistin.

-Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Serdana hin saziyên taybet bi jinan û dabînkirina mertalan (Yekîneyên Parastina Jin, Federesyona Birîndaran, Sootoro, Navenda Penceşêra Sîngê,  Asayîşa Jin, Sesteya Jin, HPC).

-Serdana Saziya Malbatên Şehîdan û çandina daran li Akademiya Reqayê.

- Semîner li kampên (Roj, Newroz, Til El-Simin) wê werin dayîn.

-Bi boneya 8`ê Adarê nameyeke pîrozbahiyê ji bo jinên herêmê û cîhanê wê were şandin.

-Partiya Sûriya Pêşerojê: Dayîna semîneran ji bo endamên partiyê û beşdarbûna çalakiyên giştî.

-Yekîtiya Jinên Suryanî: Di roja jinan de li şaxên yekîtiyê wê semîner werin dayîn û wê tev li hemû çalakiyên giştî bibin.

Koordînasyona Jinan di Rêveberiya Xweser de:

-Dayîna Semîneran ji bo karkerên li herêma Rêveberiya Xweser û herêma Til Koçer.

-Dayîna Semîneran di girtîgehan de ji bo jinan û piştgirîdayîna karên destan ên girtiyên jin.

-Vekirina pêşangeha karên destan ji bo jinan bi giştî.

-Dayîna Semînarekê li ser rola jinan di rêveberiya xweser de.

-Vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo şêwirmendên derûnî ji bo Navenda Desteya Jin.

(cx)