Pedersen: Dê nîqaşên min li ser biryara 2254'an bin

Nûnerê NY'yê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen dema gihaşt Şamê got, dê diyalogên wî li ser biryara 2254 û rewşa debarê ya li welat bin.

Pedersen: Dê nîqaşên min li ser biryara 2254'an bin
21 sibat, 2021   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Spûtnîk ku li ser zimanê Pedersen dema gihaştiyê Şamê de ragihand ku Pedersen wiha got: "Dê diyalogên me yên li Şamê li ser biryara 2254 bin, her wiha gelek doz hene ku bi hêvî me li ser nîqaş bikin, di serî de jî rewşa debarê ya gelê Sûriyê."

Serdana Pedersen ji Şamê re piştî binketina civînên bi navê Komîteya Destûrî ku wî wekî şikandina hêviyê bi nav kir, pêk tê.

(eh)