Danûstandinên pevguhertinên dîlgirtinên yemenî bêyî lihevkirin bi dawî bû

Danûstandinên pevguhartina dîlgirtiyan ya di navbera hikumeta Yemenê û komên Hûsiyan de ku NY`yê piştgiriya wê dikir, bê encam bi dawî bû.

Danûstandinên pevguhertinên dîlgirtinên yemenî bêyî lihevkirin bi dawî bû
21 sibat, 2021   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Nûnerê NY`yê ya taybet li Yemenê Martin Griffiths got:" Tevî ku di vê gera danûstandinan de lihevkirin ser serbestberdana dîlgirtiyan de çênebû, lê her du aliyan pabendî bi berdewamkirina nîqaşa pîvanên serbestberdaneke berfireh a di pêşerojê de destnîşan kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komîteya çavdêriyê ya pêkanîna pevguhartina dîlgirtiyan û girtiyan û kesên wendayî civîna xwe bi dawî kir, her du aliyên civînê pabendiya xwe bi berdewamkirina nîqaşa serbestberdana girtiyan nîşan da.

Danûstandin di Çileya derbasbûyî de li Urdunê bi armanca serbestberdana 300 dîlgirtiyan di nav de berpirsyarên payeberz ên wekî  birayê serokê Yemenê Ebdrebû Mensûr Hadî, dest pê kir.

(eh)