‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’

Beşdaran Komxebata Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de piştrast kir ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî derkeftên kêm meteryaleke perwerdê ji tevahî pêkhateyan re ava kir, her wiha hewl dide tevahî kêmasiyan derbas bike û saziyên perwerdê di dema pêş de bi pêş bixe.

 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
 ‘Pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelekî bêhempa ye’
21 sibat, 2021   15:44
QAMIŞLO

Komxebata Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi diruşma"Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî sereke yê hemû gelan e" ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji saetên sibehê de li hola Efrînê ya Qamişlo organîze kiriye, didome.

Piştî beşa yekemîn bi dawî bû, beşa duyemîn dest pê kir. Beşa duyemîn li ser perwerdeya pirzimanî û pirçandî di pergala perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû.

Endamên komîteya amadekar a komxebatê Behcet Lewend û Şêrîn Hîmo beşa duyemîn bi rê ve bir.

Axêveran destnîşan kir ku pergala perwerdê û fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema damezrandina wê de, ji ber ku tecrûbeya nû û yekane li herêmê ye, bi taybet pêkhateyên herêmê ji sedsalan ji zimanê dayikê hatibûn mehrûmkirin, li pêşberî gelek astengiyên mezin bûn. Lê saziyên perwerdê damezrandin û meteryal ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan amade kirin.

Axêveran da zanîn ku Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê perwerdekirina bi zimanê dayikê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilda ser xwe. Lê desteyê bi derfetên xwe yên kêm li hember astengiyan jî sekinî û saziyên perwerdê amade kirin ku nifşên nû fêr bikin, li ser zimanê dayikê perwerde bikin û çandên wan ên resen bidin nasîn.

 ‘ZIMANÊ KU ZAROK PÊ NEAXIVIN, ZIMANEKÎ BÊ PÊŞEROJ E’

Pr û lêkolînerê amerîkî di zimanan de Dr. Michael Gate bi rêya onlinê beşdarî beşa duyemîn a komxebatê bû û got: "Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rê û rêbazan gelê Kurd ji mafê wê yê perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm bike, divê gelê Kurd li hember vê siyasetê bisekine. Ji ber zimanê ku zarok pê neaxivin zimanekî pêşeroja wê tune ye."

Piştre beşdaran axivî û destnîşan kir ku pergala perwerdê û fêrkirinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneyekî baş e û karî meteryalên li gorî pêkhateyên herêmê ava bikin û her pêkhateyek bi zimanê dayikê bixwîne.

Beşdaran eşkere kir ku pêdiviya pergala perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi piştgiriya zêde heye, da ku rêveçûna perwerdê bi pêş bikeve, bi taybet pêkhateyên herêmê gelek azar ji ber pergala perwerdê ya Baasî kişandine.

Tê payîn ku komxebata li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(fr)

ANHA