Rewşenbîran partiyên ku li pêşiya yekîtiya Kurdî dibin asteng rexne kir

Rewşenbîrên ji Rojava hinek partiyên ku hewl didin pêşî li hewldanên yekitiya Kurdan bigirin, şermezar kirin. Her wiha bang kir ku berjewendiyên partiyetî yên teng bidin aliyekî û ji bo berjewendiya giştî ya gelê Kurd kar bikin.

Rewşenbîran partiyên ku li pêşiya yekîtiya Kurdî dibin asteng rexne kir
20 sibat, 2021   03:45
KADAR ÎBRAHÎM- QAMIŞLO

Menhel Xelef û Mihemed Emîn Oso piştrast kir ku divê hêz û partiyên Kurdan berjwendiyên xwe yên kesayetî û partiyetî bidin aliyekî û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebitin.

/kr/uploads/files/2021/02/19/211702_-.webp

Rêvebirê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Tirbespiyê Menhel Xelef got: "Dijminên gelê Kurd hewl didin pirsgirêkan di navbera partiyên Kurdan de çêkin."

Xelef bal kişand ser girîngiya yekitiya Kurdan û got: "Yekbûna rêzên kurdî yek ji daxwazên gelê Kurd e, ji bo ku em yekitiya xwe ava bikin divê em berjewendiyên partîtiyê yên teng bidin aliyekî û ji bo berjewendiya Kurdan, bixebitin. Îro derfeteke dîrokî di destê me de ye, divê partiyên Kurd baş bi kar bînin."

Xelef destnîşan kir ku wek rewşenbîrên Rojava aliyên ku hewl didin yekitiya Kurd asteng bikin, şermezar dikin ji ber ku yekitiya neteweyî daxwaza gelê Kurd e.

/kr/uploads/files/2021/02/19/211733_-.webp

Mihemed Emîn Oso ku yek ji rewşenbîrên ji Rojava ye, piştrast kir ku divê tevahî hêz û aliyên Kurdan ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bixebitin û got: "Dewleta Tirk bi rêbazên cuda hewl dide fitneyê di navbera hêzên kurdî de çêke û her projeyek ji bo yekitiya Kurdan, têk bibe."

Mihemed Emîn Oso bang li tevahî partiyên kurdî kir ku ji bo yekitiya Kurdan û doza kurdî bixebitin.

(dx)

ANHA