Li çolistana Sûriyê şer û êrişên asîmanî li dijî DAIŞ`ê didomin

Balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê bi dehan êrişên asmanî pêk anîn. Hemwextî wê çeteyên DAIŞ`ê li başûrê Meyadînê êrişî komên ser bi Îranê ve kir.

Li çolistana Sûriyê şer û êrişên asîmanî li dijî DAIŞ`ê didomin
18 sibat, 2021   14:11
 NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku tevgera balafirên Rûsyayê nêzî 48 saetan rawestiyabû, 6 balafirên şer ên Rûsyayê li çolistana Sûriyê ji saetên sibehê ve zêdetirî 40 êrişên asîmanî pêk anîn. Di êrişan de nuqteyên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê û sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê hatin hedefgirtin.

Di dema rawestandina tevgera balafirên şer ên Rûsyayê li asîmanî çolistana Sûriyê de, çeteyên DAIŞ`ê çalak bûn. Balafirên şer û helîkopterên hikumeta Şamê jî di 48 saetên dawîn de nêzî 10 êrişên asîmanî pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyan moşek avêtin derdora Mezar Eyn Elî ya li başûrê bajarê Meyadîn ê li rojhilatê Dêrazorê û got top li nêzî nuqteyên komên herêmî yên girêdayî Pasdarên Îranê ketine û hin endamên wan birîndar bûne.

SOHR`ê her wiha ragihand ku li nêzî bajarê Sexne yê çolistana Humisê çeteyên DAIŞ`ê kemînek ji wesayîtên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî wê yên li ser rêya Şam-Dêrazorê re danî û li ser wê yekê şer rû da.

Li gorî SOHR`ê, hêzên hikumeta Şamê xwest hêzeke zêde ji bo cihên şer bê şandin. Di şer de 4 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Hate zanîn ku piştre çete vekişiyane.

(cx)