​​​​​​​Rêveberiya Sotemeniyê: Em belavkirina mazotê li ser cotkaran didomînin

Sadiq Mihemed destnîşan kir ku Rêveberiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna jî mazotê li cotkarên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike û ji ber kêmbûna barîna baranê parên wan zêde kirine.

​​​​​​​Rêveberiya Sotemeniyê: Em belavkirina mazotê li ser cotkaran didomînin
18 sibat, 2021   08:12
REQA-XALID EL-CUMA

Piraniya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê debara xwe bi çandiniyê dikin, çi zadê avî be  çi jî bejî be, îsal baran zêde nebariya, ji ber vê yekê cotkar ditirsin ku hilberîn zêde baş nebin.

Girêdayî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya cotkaran kir û her lîtreyek mazot bi 75 lîreyên Sûriyê firot wan da ku hilberînên demsala zivistanê av bidin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed diyar kir ku sotemeniyê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dikin û dê belavkirin heta bidawîkirina parên cotkaran berdewam bike.

Sadiq Mihemed di berdewama axaftina xwe de got wan li herêma Cizîrê para yekemîn a parên çandiniyê yên sotemeniyê belav kirine û para duyemîn jî dê dawiya vê mehê bi dawî bibe, her wiha li herêma Firatê jî du par belav kirine û para sêyemîn jî kar û xebata ji bo wê tê kirin, li Minbicê û Tebqayê jî 3 par hatin belavkirin û ji bo para 4`emîn jî kar û xebat tê kirin.

Sadiq Mihemed da zanîn ku li bajarê Reqayê û Dêrazorê para yekemîn tê belavkirin, ji ber mazota germkirinê dereng ma, vê yekê bandoreke neyênî li belavkirina sotemeniyê ya li ser cotkaran kir.

Sadiq Mihemed destnîşan kir ku ji bo hilberîna genim wan 4 parên mazotê dane, ji bo baqilan jî 3 par dane, ji bo ceh 2 par dane, lê ji ber baran zêde nebariya ji bo genim pareke din jî belav kir û ji bo genim dê li hemû herêman 5 paran belav bikin.

Rêveberiya Xweser ji bo her donimekî û bîrekê 15 lître mazot veqetandibû û 7 lître ji bo donimê ku bi rêya ava ji çeman hatiye kişandin ku tê avdan veqetandibû.

Li gorî ku Sadiq Mihemed bi bîr xist, di meha bê de dê mazot li darcotan jî were belavkirin, ji bo her donimekî 5 lître dê were veqetandin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed bal kişand ser destekdayîna ji mewsimê re û got: "Ji bo xurtkirina alavên ku dê di mewsimê de bixebitin plansaziyekê deynin û ji bo piştgiriya mewsima havînê jî ku sotemeniyê jê re veqetînin, em ê plansaziyekê diyar bikin."

Sadiq Mihemed di dawiya axaftina xwe de ev xalên li jêr rêz kirin: "Heta bidawîkirina parên ku hatine veqetandin em ê mazotê belav bikin û bi vî awayî em ê mewsima çandiniyê ya îsal bi ser bixin."

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha derbasbûyî de 24 milyon û 218 hezar û 749 lître mazot li hemû cotkarên zeviyên avî belav kiribûn.

Rêjeya zeviyên bejî ji sedî 75 zêdetirî erdên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne çandin ku cotkarên wê xwe dispêrin baranê, lê îsal baran kêm bariya û ger wiha berdewam bike dê bandoreke neyênî li aboriya herêmê û gel bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/x-FokEhD29Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>