Berwarî: Garê jî di nav de, plana dagirkirina Başûr li ser 4 qonaxan hatiye dabeşkirin

Kamûran Berwarî destnîşan kir ku Garê jî di nav de, plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê li ser 4 qonaxan hatiye dabeşkirin û got “Êrişa li ser Garê ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê, partiyên desthildar û yên opozîsyonê ezmûneke gelekî girîng bû.”

Berwarî: Garê jî di nav de, plana dagirkirina Başûr li ser 4 qonaxan hatiye dabeşkirin
16 sibat, 2021   02:47
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku Garê di nava qonaxa plana dagirkirinê de cih digirit û wiha domand: “15 meha 6`an 2020`an anku 8 meh dan dewleta Tirk ku hêdî hêdî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dagirkirina Başûr kirine 4 qonax; çiyayê sînorê Zaxo heya Kêlaşînê, qonaxa duyemîn; girtina Garê û Metînayê, qonaxa sêyemîn; pişta çiyayê Şêxan, Meqlûbê Şêxa û Akrê û qonaxa çaremîn; çiyayê Hemrîn û sînorê Başûrê Kurdistanê.”

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê a Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û kuştina dîlên şer de ji ANHA`yê re axivî.

QONAXÊN PLANA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Berwarî diyar kir ku ev êrişên li ser Başûrê Kurdistanê encama planeke berfireh in û got: “Bêguman dewleta Tirk ev demeke dirêj e xwe ji bo vê êrişê amade dikir û kiribûn hedefa xwe ku hin cihên stratejîk ji bo hem kontrola leşkerî li ser hêzên gerîla li sînorên Behdînanê çêke, hem jî di paşerojê de bendên kontrolê li ser Başûrê Kurdistanê ava bike û hikumeta Başûrê Kurdistanê û hêzên pêşmerge di tu cihekî de nemînin. 15’ê meha 6`an a sala 2020`an anku 8 meh dan dewleta Tirk ku hêdî hêdî Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dagirkirina Başûr kirine 4 qonax; ya yekemîn; çiyayê ji sînorê Zaxo heya Kêlaşînê (di nav de bi taybet Berwarî û Çiya Seranî cihê stratejîk in) qonaxa duyem; girtina Garê û Metînayê, qonaxa sêyemîn; pişta çiyayê Şêxan, Meqlûbê Şêxa û Akrê û qonaxa çaremîn; çiyayê Hemrîn û sînorê Başûrê Kurdistanê yên li gel Iraqê.”

Berwarî anî ziman ku ev îtîfaq piştî çûyîna Kazimî li Enqereyê, lihevhatina wan û hatina Hulusî Akar, pêk hat.

Berwarî der barê rola ‘Çekdarên Roj’ di operasyonên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de ev tişt got: “Derveyî leşkerên dewleta Tirk gelek kesên cuda di nav êrişan de cih digirin. Beriya 30 salî jî dagirkeran bi guhertina cilan gelek kesan tev li êrişan dikirin. Ji ber ku dewleta Tirk dizane ku 100 hezar sal jî here, nikare bi tena serê xwe êriş bike.”

'ÊRIŞA GARÊ EZMÛNEK BÛ'

Têkildarî êrişên 10’ê Sibatê yên li dijî Garê, Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk dixwest beriya 15’ê Sibatê derbeyeke leşkerî li herêmê bike û got: “Êrişên dagirkirinê ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên desthilatdar û yên opozîsyonê ji bo wan ezmûneke gelekî girîng bû. Wê li gel dijmin û dagirkerên Kurdistanê cih bigirin an jî li gel neteweya xwe bin. Balafirgehên li Başûrê Kurdistanê, rêyên ku diçin serê çiyayan ji bo dewleta Tirk hatine avakirin ku Başûrê Kurdistanê dagir bikin an jî ji bo gelê me çêkirine ku em Kurdistanê pê biparêzin? Bi êrişên li ser Garê re derket ku kî beşdar bûye.  Ji ber ku dewleta Tirk nikare bi tena serê xwe tiştekî wiha bike. Îro dewleta Tirk bi temamî serweriya dewleta Iraqê têk biriye û beşek ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ji ber wê jî divê helwestên serokkomar, serokwezîr, parlamenterên Iraqê, Amerîka û Ewropayê jî hebin. Dewleta Tirk dixwaze Amerîkayê neçar bike ku ew li ser heman siyaseta Trump bi rê ve here û rê bide dewleta Tirk û wekî lawikekî delal li Rojhilata Navîn bihêlin û li dewletên Îskandînavya û Afrîkayê jî çi bixwaze bike.”

'EV ŞEREKÎ NETEWEYÎ YE'

Berwarî wiha dewam kir: “Ev şerekî neteweyî ye di navbera çar parçeyên Kurdistanê û 60 milyon Kurdan ji aliyekî ve û û hikumeta AKP`ê ji aliyekî din ve. Ketina kozikê li gel dijmin û dagirkerên Kurdistanê re nabe, ev ji bo wan jî cihê metirsiyê ye û gelê Kurd jî vê qebûl nake. Hevkarî û peywendî bi dijmin re hene. Bêguman hebûna peywendiyên siyasî, dîplomatîk, aborî yên Başûrê Kurdistanê li Tirkiyê, Sûriyê û Îranê tiştekî rast û rewa ye. Lê hevkariya leşkerî, ewlehî, îstîxbaratî li dijî Kurdistanê yan jî hêzêke kurdistanî, ne PKK`ê qebûl dike ne jî gelê Kurdistanê qebûl dike. PDK temenê wê 75 sal e, ew kesên ku di nav de cih digirin, ji bo xebat û têkoşîna ji bo azadî û rizgariya Kurdistanê di nav de ne. Me şehîd ji bo leşkerên dewleta Tirk axa Başûrê Kurdistanê dagir bike û leşkerên xwe bi cih bike, nedane. Ew qas qurbaniyên ku hatin dayîn ne ji bo ku Iraq dîsa hikumê xwe li ser herêmê bike. Me mafê federalî girtiye ku ev maf di destûra Iraqê de hatiye bicihkirin.”

‘ŞENGAL, BAŞÛR Û ROJAVA DI NAVA PLANÊ DE NE’ 

Kamûran Berwarî diyar kir ku hatina leşkerên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zirarê dide yekitiya nîştimanî ya Kurdan û wiha dewam kir: “Ji bo yekitiya neteweyî divê em pêngavan li ser asta leşkerî, siyasî û dîplomasî biavêjin. Şengal, Rojava û Başûr di nava plana dagirkeran de ne. Dewleta Tirk nikare bi tena serê xwe êrişî Kurdan bike, ji ber ku îradeya gelê Kurd xurt e. Li hemberî vê jî dewleta Tirk dixwaze di navbera Kurdan de nakokiyan çêke. Li xala herî lawaz digere da ku di navbera PDK û PKK’ê de nakokiyan çêke. Divê gelê Kurd li rêber, şervan, partî, ax û şoreşa xwe xwedî derkeve. Dem dema xebat û têkoşînê ye. Yan jiyaneke birûmet, şeref, serkeftin û keramet, an jî  mirineke koletî û serşorî.”

‘BERIYA NIHA JÎ HEWLDANÊN KUŞTINA DÎLÊN ŞER KIRIN’

Her wiha Dr. Kamûran Berwarî têkildarî kuştina dîlên şer ji aliyê dewleta Tirk a dagiker ve, ev agahî parve kirin: "Dîlên şer ên di destê PKK’de her dihatin parastin. Hewldanên dewleta Tirk li ser kuştina wan dîlên şer hebû. Beriya demekê jî 2 dîlên şer ên MÎT`ê dema hatin girtin, dewleta Tirk herêm bi awayekî dijwar bombebaran kir, ji bo ku ew werin kuştin. Wê demê ew plan li ser neket. Kuştina dîlên şer sûcê mirovahiyê ye. Zehmet e ku ew bi van şêwazan dîlên şer rizgar bikin. Ger şandeyek yan ji KNK, Xaça Sor a navneteweyî hebûya û jê daxwaz bikira, ev yek pêkan bû ji bo dîlên şer."

ANHA