'Bi saya fikirê rêbertî jin bûne pêşeng'

Jinên ji Minbic û Dêrazorê gotin: "Bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan jin bûne pêşeng, xwe bi rêxistin û bi pêş dixin. Her wiha xwe û civaka xwe ji qeyd û  bendên koletiyê rizgar dikin."

'Bi saya fikirê rêbertî jin bûne pêşeng'
15 sibat, 2021   05:33
MINBIC

Li bajarê Minbicê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan meşek li dar ket. Jina bi navê Buseyna El-Cuma ku tev li meşê bibû axivî û got: "Ji bo şeremzarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan em kom bûne. Ev komplo bi hevkariya gelek dewletan pêk hatiye, di nav de dewleta Tirk a faşîst e."

Buseyna El-Cuma armanca tevlêbûna xwe ya ji çalakiyê re diyar kir û got, ji ber ku rêber Abdullah Ocalan hişt ku jin ji koletiyê rizgar bibin, cihê xwe wekî fermandar di nava refên pêşîn ên berxwedanê de bigirin.

Fatima Beko banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ji ber ku azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya mirovahî û fikir e. Rast e rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye, lê fikirê wî yê neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dibe û di pratîkê de pêk hatiye."

Fatima Beko wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di dirêjahiya aloziya Sûriyê de fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûd û serkeftinek bû."

Têkildarî mijarê Nûra El-Hamid jî eşkere kir ku ew ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî civiyane û ew ê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

Nûra El-Hamid di dawiya axaftina xwe de ev xalên li jêrê rêz kirin: "Em wekî jinên ereb û yên hemû pêkhateyan piştrast dikin ku bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan jin bûne pêşeng, fermandar, civaka xwe bi rêxistin dikin, bi pêş dixin û di hemû aliyên neynî de ku jinan lawaz dikin xwe rizgar dikin."

Di dawiyê de Nûra El-Hamid bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

DÊRAZORÊ

Jinên ji Dêrazorê jî tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kir û azadiya rêbertî xwestin.

Meryem El-Ewed a ji bajarê Hecînê got: "Bi  navê xwe û bi navê jinên Dêrazorê bi giştî û jinên herêma Hecînê bi taybet em tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin û dibêjin ku armanca vê tecrîdê ew e ku fikirê rêbertî negihêje gel."

Meryem El-Ewad destnîşan kir ku ew ê berxwedanê bidomînin heta herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk rizgar bikin û tecrîdê li ser rêbertî bi dawî bikin û got: "Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û azadiya me bi naskirina fikirê rêber Abdullah Ocalan re dest pê kir."

Meryem El-Ewad îşaret bi fikirê rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Bi saya fikirê rêber Abdullah Ocalan em dikarin nifşên bê perwerde bike, parêznemeyên rêbertî girîngî daye jinên ku rola wan di civakê de tune bû."

Meryem El-Ewad da zanîn ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû pêkhateyan e û cudabûn nexistiye navbera Kurd, Ereb, Suryan û Ermenan.

Di dawiyê de Meryem El-Ewad helwesta hemû rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî ya têkildarî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Jina bi navê Neda El-Nimir jî axivî û komploya navneteweyî wekî binpêkirina pîvanên mirovahiyê û nerewa bi nav kir û destnîşan kir ku armanca tecrîda li dijî rêbertî têkbirina vîna bi milyonan kes e.

Her wiha anî ziman ku zextên ku dewleta Tirk li dijî rêbertî ferz kiriye ku nahêle malbat û parêzer pê re bicivin nayê qebûlkirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PwQSmg0_qKc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>